'Em xwe ji vîrûsa korona biparêzin an tang û topan biparêzin?'

  • 09:37 9 Nîsan 2020
  • Rojane
Ruperîn Bekir
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê derbarê êrîşên li ser Kantona Şehbayê axivîn û wiha gotin: "Em nizanin xwe ji vîrûsa korona biparêzin ango tang û topan biparêzin." 
 
Piştî êrîşên li hemberî Efrînê gel bi darê zorê ji Efrînê koçber bûn û berê xwe dan Kantona Şehbayê. Du sal in şêniyên Efrînê ligel hemû zehmetiyan li Şehbayê têkoşîna jiyanê didomînin. Her wiha dewleta tirk rojanê êrîşên xwe li ser şêniyên Efrînê dewam dike. Herî dawî jî gundê Til Qireh, Um El- Huş û Hirbil a girêdayî Şehbayê ji aliyê dewleta tirk ve hedef hat girtin, têkîldarê êrîşan jinên Efrînê nêrînên xwe bi me re parvekirin.
 
'Dema mijar dibe kurd herkes bêdeng dibe' 
 
Nîgar Xilo di derbarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê de ev tişt anî ziman: "Ev bû du sal em koçber bûne û li kampa berxwedanê dijîn. Armanca mayina me li Şehbayê, ser esasê ku em cardin vegerin li ser axa xwe. Em gelek zor û zehemetiyan dijîn, lê ligel zehmetiyan jî berxwedana me dewam dike. Cîhan bi giştî li hember vîrûsa korona li xwe heyiriye, lê dewleta tirk planên xwe li dijî Gelê Kurd didomîne û xema Erdogan bes tunekirina Gelê Kurd e. Ez bang li saziyên mafê mirovan dikim ku bi erkên xwe rabin, mafê kurdan a jiyanê jî heye, lê dema mijar dibe kurd herkes bêdengiya xwe diparêzin. Zarokên me ji ber dengê topbaranê metirsiyek mezin dijîn, kî wê hesabê vê metiriyê bidin. Her wiha lawirê me jî dikujin."
 
'Em dest ji Efrînê bernadin'
 
Leman Ehmed jî diyar kir ku ew nizanin xwe ji vîrûsa korona biparêzin ango tang û topên dewleta tirk biparêzin û wiha domand: "Ew bû du sal em di konan de dijîn, ligel wê jî dewleta tirk her roj êrîşê me dike. Em nizanin xwe ji vîrûsa korona biparêzin ango tang û topên dewleta tirk biparêzin? Erdogan çiqas êrîş bike jî em dev ji Efrînê bernadin. Bila Erdogan û çeteyên xwe baş bizanibin em ê Efrînê ji destê wan rizgar bikin û vegerin li ser axa xwe. Armanca êrîşên dewleta tirk ew e ku dixwazin em ji Şehbayê jî derkevin, derketineke me hebe jî em ê biçin Efrînê."
 
'Gelo sûcên zarokan çiye?'
 
Necah Mihemed Ebdo jî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û vîrûsa korona û wiha pê de çû: "Em xwe ji vîrûsa korona diparêzin û dernakevin derve, her wiha em rojane kampê paqij dikin, tenê vîrûsa korona derbasî welatê me nebe. Dewleta tirk û çeteyên wê jî her roj planên êrîşan dike û bê navber gundewarên Şehbayê topbaran dike. Zarok her roj ji ber dengê topbaranê ji xew şiyar dibin, sucê van zarokan çiye? Bi tirs bijîn. Em ê li hember êrîşan heta dawiyê li ber xwe bidin." 
 
'Em bi dengê topan şiyar bûn'
 
Herî dawî Mezyet Reşîd jî balkişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: "Duh serê sibehê em bi dengê topan şiyar bûn û tirsek mezin di nava zarok û kesên temen mezin de hat jiyîn. Ma dewleta tirk çi ji me dixwaze û çi daye me kurdan nikare bistîne? Temenê min mezin e  û di aliyek din em xwe ji vîrûsa korona diparêzin û aliyek din jî êrîşên dewleta tirk didome û em jî nizanin em xwe ji çi biparêzin."