STK û rêxistinên maf li dijî vîrusê rêbazên nû pêş dixînin

  • 09:19 9 Nîsan 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê Saziyên civaka sivîl li dijî krîza ku bi vîrusê re derket holê rêbaz û torên piştevaniya nû pêş xistin, ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî diyar kir ku ew jî dixwazin li dijî şîdeta li hember jinê bi parêzer û saziyên civaka sivîl re torên xwe pêş bixînin.
 
Li Îzmîrê Odeya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Piştevaniya Mor û gelek saziyên civaka sivîl, rêxistinên maf û pîşeyî li dijî vîrusê torên piştevaniyê dihûnin û rêbazên nû pêş dixînin. Ji bo jinên li malê rastî şîdetê tên, ji bo betal û kesên xwedî hewcedarî xebat tên meşandin.
 
‘Ji bo jinan jiyan zehmet bû’
 
Ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu got bi vîrusê re ji ber rewşa li malmayînê jiyan ji bo jinan zehmet bûye û got: “Beriya pandemiyê jî mal ji bo jinan ne ewle bûn. Barê jinan yê li malê girantir dibe. Di demên krîzê de şîdeta li ser jinan zêde dibe. Mêrên ji kar tên derxistin hêrsa xwe li ser jinê derdixin.”
 
‘Wê tora parêzeran bê berfirehkirin’
 
Denîzê daxuyakirin ku di rojên şewbê de jin nikarin xwe bigihînin qerekol, rêxistinên jinan an jî edliyeyan û got: “Me ji parêzeran torek piştevaniyê ava kir. Ev pêngavek nû bû. Em dixwazin bi komeleyên li ser mafê mirovan dixebitin, di piştevaniyê de bin. Me hîna bangewaziyeke di esasa saziyê ne kiriye. Lê ev ne tenê komîsyoneke hiqûqî Piştevaniya Mor e. Ev toreke parêzerên ku dixwazin bersivê bidin pirsgirêkan e. Em dixwazin hinek din berfireh bikin. Ji bilî tora piştevaniyê, em bi torên piştevaniya herêmî, şaredarî û saziyên civaka sivîl re parvekirinan dikin û hewl didin piştevaniyê berfireh bikin.”
 
‘Ciwan dan û standina kesên di ser temenê 64’î de dikin’
 
Seroka Odeya Endezyarên Kîmyayê ya Egeyê Mehlîka Koç jî got wan di şaxê de saetên xebatê ya xebatkaran kêm kirine û dorveger tên kar û wiha got: “Em kar û barê endaman li ser maîlê dikin. Em civînên lijneyê naklen dikin. Ekîbeke ji mezûnên nû û xwendekaran pêk tê, hat avakirin û ji bo kesên di ser temenê 64’î de û kên nexweşiya wan ya kronîk hene, dan û standinê dikin. Di alî avakirina torên civakî de xebat hene. Em dixwazin xebatên xwe bi xebatên odeyên din re berfireh bikin. Her wiha em dikarin li mijarên ku pisporiya pîşeyî hewce dike de piştgiriyê bidin.”
 
‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’
 
Ji Rêveberiya ÎHD’ê Denîz Bayrak jî daxuyakirin ku faliyetên komeleyê li ser maîl û telefonan berdewam dikin û got: “Di seranserê şewbê de wê binpêkirinên mafan jî zêde bibin. Mafê tenduristiya xebatkarên tenduristiyê û xwegîhandina xizmeta tenduristiyê jî di rojevê ye. Bi taybet divê girtiyên siyasî jî ji qanûna înfazê ya nû fêdeyê bigirin û wekhevî pêk bê. Gele kes ji karên xwe bûn. Tazmînat nehat dayîn. Gelek kes jî neçarin biçin xebatê. Divê em bifikirin ku ev pêvajo, bi awayekî çawa ku kêm zirarê bibîne derbas bibe. Di pêvajoyê de û piştî pêvajoyê em ê geşedanên neyînî bînin rojevê.”