Xizmên girtiyên nexweş: Wê AKP ji mirinan berpirs be

  • 09:16 9 Nîsan 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
MERSÎN - EDENE - Xizmên girtiyên nexweş diyar kirin ku divê qanûna efûyê bi awayekî wekhev pêk bê û gotin di rewşa vîrus li girtîgehan belav bibe û girtî jiyana xwe ji dest bidin wê AKP berpirs be. Rojgul Demîr a ku bavê wê 24 sale girtiye, da zanîn ku ew tenê wekheviyê dixwazin.
 
Ji ber vîrusa korona (Covîd-19) li Tirkiyeyê tablo her diçe giran dibe, hejmara miriyan gihişt bi sedan e û kesên testa wan pozîtîf derketiye jî bi hezaran e. Yek ji cihên  ku herî zêde li dijî wê fikar hene girtîgeh in. Di qanûna înfazê ya AKP’ê de girtiyên siyasî cih negirtin û xizmên girtiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku divê wekhevî hebe.
 
‘Ev tişta dewlet dike nayê qebûlkirin’
 
Dayika girtiyê bi navê Îsmaîl Kocaman yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Boluyê 5 sale girtiye, Necla Kocaman fikarên xwe anîn ziman û got: “Cotstandartî pêk tên. Zarokên me bi mirinê re tên rû hev. Di qadeke 2-3 metreyî de hewl didin xwe biparêzin. Ev newekheviya dewletê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Mafê jiyanê gerduniye. Divê em mafên girtiyan biparêzin. Divê em dengê xwe bidin bihistin. Ez wek dayikekê dixwazim ku mafên girtiyên siyasî jî bê dayîn. Kurê min di greva 5 mehî de mabû. Pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Tiştek bê serê zarokên me wê AKP berpirs be. Du zarokên wî hene. Zarokên wî bi fikarin. Dixwazin bavê wan ligel wan be. Divê rayagiştî bi hestiyar be û deng bidin zindanan.”
 
‘Divê mafê tenduristî û jiyana wan bikev bin ewlehiyê’
 
Xwişka girtiyê bi navê Seyfettîn Bahar yê li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê dimîne û 28 sale girtiye, Gulten Bahar jî bi lêv kir ku cudakarî tê kirin. Gulten ku di heman demê de Hevseroka Yenîşehîr a Mersînê ya HDP’ê ye, daxuyakirin ku AKP di her tiştî de li hember welatiyan cudakariyê dike û got: “Tedbîrên li girtîgehan gelek qelsin. Girtî bi rîska mirinê re rûbirû  ne. Rewş me civakê dike fikaran. Hewcedariya herî lezgîn ya vê sererastkirinê pêşî li vîrusê girtine. Ne ku hinek sûcdar bên efûkirinê ye. Dewlet divê mafê tenduristî û jiyana girtiyan bike bin elwehiyê. Birayê min nexweşê Hepatît B ye. Di lingên wî de varîs hene. Di pişta wî de fitiq heye. Em bi fikarin. Divê demildest pêkanînek wekhev pêk bê.”
 
‘Zarokatiya me ji destê me girtin’
 
Keça Yildirim Demîr yê 24 sale girtiye û niha li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê ye, Rojgul Demîr jî destnîşan kir sê salî bûye bavê wê hatiye girtin û got: “Zarokatiya me hat dizîn. Gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene. Du caran xwîn herikî ser mîdeya wî. Di pişta wî û stûyê wî de fitiq heye. Doktorê li Enqereyê got emelyet nebe wê felç bibe. Çavê wî yê rastî ji sedî 90 yê çepê jî ji sedî 45 nabîne. Ji çavên xwe emelyet bû. Ji prostatê parçe hat girtin. Ji pençeşêrê guman dikin. Ji roviyên wî parçe hat girtin. Em li bendê encamê wê ne jî. Di vê rewşa vîrusê de bavê min nikare berxwe bide. Em dixwazin di efûyê de wekhevî hebe. Li girtîgehan tedbîr qelsin. Bavê min got tedbîr nehatine girtin, sabunê jî nadin wan. Ava germ nadinê. Divê bavê min û hevalên xwe demildest bên berdan.”