‘Bila zarokên me bên berdan’

  • 09:13 9 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Şukriye Ergîn bertek nîşanê pakêta daxistina înfazê ya bi sedema vîrusa korona hatiye amadekirin û girtiyên siyasî têde cih nagirin da û got dema bi kurê xwe re bi telefonê axiviye 3 caran telefon hatiye birîn û got: “Ji xwarinên wan ax derdikeve. Av têr nayê dayîn. Bila zarokên me bên berdan.”
 
Ji ber vîrusa korona (Covîd-9) li Tirkiyeyê 3’emîn Pakêta Darazê ya ku hat amadekirin û girtiyên siyasî ji derveyê vê hat hiştin, hevdîtinên wê li Lijneya Giştî ya Meclîsê didomin. Xizmên girtiyan û rêxistinên mafên mirovan, daxwaz kirin ku di înfazê de wekhevî hebe û gotin girtî bi rîskek mezin re rûbirû ne.
 
‘Sê caran telefon hat birîn’
 
Mehmet Faruk Ergîn yê li girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê ye di hevdîtina telefonê bi malbata xwe re got ‘Li vir li me mêze nakin, ji xwarinên me ax derdikeve, li parêzerên me bigerin’ û ji ber vê jî sê caran telefona wî hatiye birîn. Dayika Mehmet, Şukriye Ergîn wiha got: “Me di hevdîtina dawî ya telefonê de tiştek fêm nekir. Du gardiyan li gel wî sekinandibûn. Em nikarin bi zarokên xwe re bixivin. Ev rewş nayê qebûlkirin.”
 
‘Ji xwarinên wan ax derdikeve’
 
Şukriyeyê bi lêv kir ku kurê wê di dema qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de hatiye girtin û rastî cezayê muebeta giran hatiye û wiha got: “Li Osmaniyê her cureyê îşkencê li girtiyan dikin. Gelaşê dixin xwarinên wan. Naylon û ax ji xwarinan derdikeve. Kurê min ji xwe nexweşe. Birînên wî hene.”
 
‘Divê demildest bên tahliyekirin’
 
Şukriyeyê destnîşan kir ku ji ber xetereya vîrusê divê girtî demildest bên tahliyekirin û wiha pê de çû: “Gelo ew bi vîrusê bikevin wê tiştek bi me neyê? Tiştek bê serê kurê min ez ê çi bikim? Avê têr nadin wan. Em dayik dixwazin ku zarokên me bên berdan.”