Jinên siyasetmedar ên Şirnexê: Rewşa girtiyan di xeterê de ye

  • 09:06 9 Nîsan 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin ên Şirnexê, derbarê vîrûsa koronayê, xeterya wê ya li ser girtîgehan de û pakêta darazê de axivîn.  Siyasetemedaran got: “Bi vê pakêta darazê ku girtiyên siyasî li derve dihêle re dixwazin ku girtiyan qetil bikin.  Bila ev biryar ji bo girtiyên siyasî jî derbas dar be û bên berdan.”
 
Vîrusa Koronayê (Covîd -19)  ku di serî de li Çînê hat dîtin, li hemû cîhanê her ku diçe belav dibe. Li dijî Vîrusa Koronayê qanûna înfazê ya AKP'ê û MHP'ê  ku derbarê metirsiya li ser vîrusê ya li ser girtîgehan hat amadekirin di 31'ê Adarê de pêşkeşî Serokatiya Meclîsê hat kirin. Lê di vê qanûnê de ji bo girtiyên siyasî tu  tişt tüne ye û li dervî qanû hatin girtin.  Li gel ku ji bo hemû girtiyên edlî gelek sererastkirn hatin kirin  jî ji bo siyasetmedar, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan, nivîskarên girtî tu tişt nehat kirin. Siyasetmedarên jin ên Şirnexê, derbarê vîrûsa ku girtîh xistine bi xeteriyê û pakêta darazê ya qanûna înfazê de axivîn.   
 
‘Bi vê biryarê dixwazin girtiyên siyasî qetil bikin?’
 
Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê  Zeynep Unat, anî ziman ku îktîdara AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ya li hember kurdan tim daye meşandin û û wiha got: “Wekî ku tê zanîn li hemû cihanê belav bûye û Tirkiyeyê jÎ ev nexweşî heye. Hikûmeta AKP’ê di demekî bi vê rengî de jî dijminatiya xwe ya li dijî kurdan dide meşandin. Îktîdarê qanûnekî nû anî rojevê û div ê qanûnê de kesên siyasetmedar ji vî bêpar hîştin. Ev nexweşiya ku belav dibe her ku roj diçe xiraptir dibe. Lewra jî em dibêjin bi bin vê qanûnê de siyasetmedarên girtî jî bên berdan. Ji ber ku rewşa girtîgehan ji aliyê nexweşî, tendûristî, paqijî û hijyenîkê ve ber bi çave. Di vê pêvajoyê de girtina girtiyan gelek xetereye. Cihê wan ne cihê ewlehiyê ye. îktîdar dibe di malên xwe de rûnên û dernekevin. Pekî girtiyên siyasî dê çawa bikin. Di girtîgehan de girtî nikarin parastina xwe bikin. Li girtîgehan tu ewlehî nehatine girtin. Bi tenê ketin û derketina girtîgehan li malbat û parêzeran hatiye qedexekirin ji hêla ewlehiyê de. Nebitenê mapbatên girtiyan diçin girtîgehan, her wiha gardiyan û kesên berpirsyar jî diçin girtîgehan. Bi vê awayî vîrûs îhtîmaleke ku bikeve girtîgehan jî. Ew bi vê rengî nikarin parastina girtîgehan bikin. Di girtîgehan de tu derfet tunene. Daxwaziya me ew e ku qanûna ku derxistina girtiyên siyasî jê bêpar nehêlin. Bi vê qanûnê bi awayek wekhev nêzî bibin. Heta ev nexweşî derbas dibe bila girtiyan tahliye bikin. Bila girtîgen bên vala kirin. Bi vê biryarê dixwazin girtiyên siyasî qetil bikin?”
 
‘Ger tişteî bi girtiyên siyasî bê berpirsyar AKP’ye’
 
Rêvebira HDP’ê ya Şirnexê Zozan Aksu got vîrûsa koronayê ku li hemû cihanê belav bûye jiyana gel kiriye rewşek  gelek zor û zehmet û  ev tiş anî ziman: “Ev zor û zehmetî bi taybetî jî bandorê herî zêde li girtîgeha diken. Rewşa girtiyan dike xeterê. Ger ev nexweşî li girtîgehê bi kesekî re bê dîtin wê bandora xwe li ser hemû girtiyan bike. Di rewşek wiha de dê tiştên nebaş bên jiyîn. Em dixwazin demilêndest hemû hevalên me ji girtîgehan tahliye bikin. Dema mirov bala xwe dide îktîdara AKP û MHP’ê qanûnek anîn rojevê û di biryarên hatin girtin de nezî 90 hezar girtiyên edlî dê bên tahliyekirin kirin.  Ev biryara ku hatiye girtin bêhiqûqî ye. Çima girtiyên siyasî jî nayên berdan? Sedem bi tenê ew e ku ji ber fikr û ramanên xwe hatine girtin. Ji bo vê em dixwazin hemû hevalên me bên berdan. Ev biryara îktîdara AKP-MHP’ê jî em şermezar dikin û qebûl nakin. Ger tiştek bi girtiyên siyasî bê berpirsyar AKP’ye.”
 
‘Bila gav bên avêtin’
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Hezexê Nafiye Geçgel jî wiha got: “Beriya  ku nexweşiya li cihanê belav bûye li girtîgehan belav bibe em dixwazin girtiyên siyasî werin tehliyekirin. Banga me ew e ku tiştên pêwîst çi ne bên pêkanîn. Îkqîdar ji rewşa girtiyan berpirsyare. Beriya ku hîn tiştek nebûye bila gavê biavêjin û denge me bibihîzin.”
 
‘Bila girtiyên siyasî jî  bên berdan’
 
Hevşaredara HDP’ê ya Hezexê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden jî got ji ber nexweşiya belav dibe rewşa girtîgehan her ku diçe dikeve bin xeteriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bi vê paketa hat amadekirin re wê hemû girtiyên edlî  bên berdan, lê girtiyên siyasî ji vê pakêtê bêpar hatine hiştin. Madem hûn Serokê Edaletê ne wê demê bi awayek wekhev nêzî biryarê bibin. Lê mixabin li Tirkiyê wekhevî tüne ye. Daxwaza me ew e ku hemû girtî bên berdan. Tu cûdahiya edlî û siyasî nekin. Bila ev biryar ji bo girtiyên siyasî jî derbas be. Di girtîgehan de ji her hêlê de jiyan zehmete û tu tedbîr nehatine girtin. Bêyî dereng bimînin bila bikevin tevgerê.”