Bi wesîleya cejnê çûn serdana goristanan

  • 16:30 8 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Bi boneya Cejna Serê Salê ya Nîsanê malbat çûn serdana goristanên cangoriyan û li vir find pêxistin. 
 
Bi minasebeta Cejna Çarşeme Serê Salê, malbatên cangoriyan berê xwe dan Goristina Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan. Her wiha ji ber vîrûsa koronayê îsal cejn nehat pîroz kirin. Lê dîsa şêniyên Şengalê cangoriyên xwe ji bîrnekirin. Komek malbat berê xwe dan goristanê. Di serdanê de malbatên cangoriyan axivîn. 
 
Li ser navê malbatan bavê Şehîd Şoreş Xelîl Şengalî axîfî û Cejna Çarşemê ya Nîsanê li hemû cangoriyan pîroz kir û got: "Em hêvî dikin ku ev sala nû bibe sala kefxweşî û şadî. Em ê her tim şopdarê şehîdên xwe bin. Em ê hêvî û daxweza şehîdên xwe pêk bînin.”
 
Piştî axaftinan malbat çûn goristanê û li vir find pêxistin.