Remziye Tosun neqebûlkirina serlêdana jinan a stargehê ji meclîsê pirsî
- 15:58 8 Nîsan 2020
- Rojane
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, neqebûlkirina serlêdana jinan a stargeha jinan bir rojeva meclîsê û xwest mijar bê lêkolînkirin û çareserkirin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun, ji ber Stargeha Jinan a girêdayî şaredariyên Amedê, serlêdanên jinan qebûl nake, pirsname da meclîsê û xwest ev yek bê lêkolînkirin û çareserkirin. Remziye, anî ziman ku di vê pêvajoya vîrûsa korona li hemû Tirkiyeyê belav bûye de ji 11'ê adarê heta 31'ê adarê 21 jin hatin kuştin û wiha got: "Ji jinên hatin kuştin 18 jin di malê dehatin kuştin. 9 jin jê zewicî bûn. 5 jin jî ji aliyê birayên xwe ve hatin kuştin. Di vê pêvajoya tundiya li dijî jinê zêde dibe de, Mala Jinan a Kardelen a Şaredariya Rezan û Navenda Sepantin û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan (DÎKASUM) a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serlêdana jinan red dike. "
Remziye, ji bo Wezîrê Karên Hundir Sulayman Soylu bibersivîne ev pirs pirsîn:
“* Redkirina serlêdana jinan wekî wezîr agahiya we jê heye?
* Şaredariyên ku serlêdana jinan red dike ferman û talîmatê ji ku digire?
* Sedema redkirina serlêdana jinan a Stargehan çiye?
* Jinên ku mafê wan tê binpêkirin û serî li van stargehan didin, piştî redkirina serlêdanê ji bo van jinan tu tedbîr têne gritin?
* Der barê şaredariyên ku serlêdan red kirine de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin ya na? Ku nehatibe destpêkirin dê lêpirsîn bê vekirin?"