Meral Daniş Beştaş: Jiyan di girtîgehan de hilnayê

  • 15:43 8 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, derbarê pêşnûmeya qanûna înfazê de li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Meralê got:"Jiyan di girtîgehan de hilnayê. Divê radeya hiqûqê ya bilind ji bo herkesî bê kirin. Em ne hiqûqa dijminatiyê ya mirovatiyê dixwazin."
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, derbarê pêşnûmeya qanûna înfazê de li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Parlamenterên beşdarî civînê bûn, wêneyên girtiyên nexweş û girtiyên siyasetmedar vekirin.
 
Meralê, qanûna înfazê ku piştî vîrûsa koronayê anîna rojeva Meclîsê rexne kir û wiha axivî: “Di rojên koronayê de, mafê jiyana hemû kesan di bin rîskek mezin de ye. Ev qanûn di demeke ku girtîgeh herî zêde tije ne de anîn Meclîsê. Diviya bu berî vîrûsê di demek asayî de ev qanûn bihata Meclîsê. Em bangên ‘Di malê de bimînin’ destek dikin, lê em dirûşma ‘Di girtîgehê de bimînin’ tu carî qebûl nakin. Em dibêjin ku jiyan di girtîgehan de bi cih nabe. Ji ber ku di girtîgehan de tu bergirî ji bo kesên 50 û 60 salî tune ye û ev kes neçarî jiyana bê parastin tên kirin. Jiyan di girtîgehan de bi cih nabe. Divê hiqûq ji bo her kesî bê bicihanîn. Em ne hiqûqa dijminantiyê, hiqûqa mirovheziyê dixwazin. Hiqûqa mirovheziyê, ji bo her kesî fermana wekheviyê dide.”
 
'Ev politikaya rehîngirtinê ye'
 
Meralê, diyar kir ku ev pêşnûme dubendiyê kurtir dike û wiha got: “AKP kesên li dijberî xwe mûxalîf dibîne, bi siyaseta “rehîneyê” di girtîgehan de digire. Di Girtîgeha Bafrayê de Mehmet Yeter ê 70 salî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Ev cinayet e. Hêza li dijî me AKP û hevkarên wê, dibêje ‘girtiyên siyasî tune ye.’ Ev politikaya rehîngirtinê ye û di vê polîtîkayê de israrkirin, tê wateya di polîtîkayên komkujiyê de israrkirin e. Girtî û hikûmxar niha bi du awayî hatine rehîngirtin. Yek rehîneyên siyasêta AKP’ê ne, ya du jî rehîneyên şewba Kovîd-19’an e. Em vê bêmafiyê qebûl nakin.”
 
'AKP kesên dijberî xwe terorîst îlan dike'
 
Meralê, dest nîşan kir ku divê pêşnûme bê berfirehkirin û wiha bil êv kir: “Em ê banga xwe ya efuya teybet her kêlî di meclîsê de bînin ziman. AKP kesên dijberî xwe terorîst îlan dike. Di dîroka cîhanê de, herî zêde li Tirkiyeyê mirov weke terorîst hatine hesibandin. Ev rewş jî, her ku diçe girantir dibe.”
 
Meralê, da zanîn ji bo ku pêşnûmeya “Qanûna tenduristiyê” ya bi dengên AKP û MHP’ê di Meclîsê de hat redkirin derkeve, ew amade ne.