Li Kampa Waşokaniyê hemleya dezefenktekirinê dest pê kir

  • 14:25 8 Nîsan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê di çarçoveya hemleya dezefenkteyê de îro dest bi dezefenktekirina kampa Waşokaniyê kir.
 
Virûsa Korona li tevahî cîhanê belav bûye û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dan û li gorî bijîşkan heya niha tu derman jê re nehatiye peydakirin. Rêvberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina gel biryarên qedexkirina çûyîn û hatinê pêk anî. Îro jî komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê dest bi dezefenktekirina kampa Waşûkaniyê kir.
 
Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kampa Waşûkaniyê Hediya Şêx Silo teqez kir ku dê ji bo parastina koçberan hemû imkanê xwe têxin xizmetê û wiha dewam kir: "Li ber deriyê kampê endamên me hene, me cihazê keşfkirina Heraretê daye wan, kesê ku derbasî kampê dibe tê kontrolkirin. Îro jî me dest bi dezefenktekirina kampa Waşûkaniyê kir, tenê derdora konan derman di riya agirkujê de direşînin."
 
‘Ji bo parastina Koçberan tedbîr tên girtin’
 
Hediyayê di dewama axaftina xwe de balkişand ser tedbirên ku li kampa Waşûkanî girtine û wiha pê de çû: "Me 4 kon di hundirê kampê de ji bo rewşa awarte danîne."
 
Hediyayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bang li koçberan dikin ku bi me re alîkar bin û parastina xwe bikin da ku em bi hev re rê li ber belavkirina nexweşiya Koronayê bigirin."
 
Li gorî agahiyên ku me ji komîteya Tenduristî a kantonê girt piştî ku dezefenktekirina kampa Waşûkanî bi dawî bibe dê berê xwe bidin kampa Erîşayê da ku wê jî dezefenkte bikin.