Berdevka DKY'ê Khadija Riad: Divê destûr neyê dayin girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest bidin

  • 13:47 8 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Meşa Jinê ya Cîhanê  (DKY) ya Afrîkaya Başûr û Rojhilata Navîn û Koordinasyona Rêxistinên Mafên Mirovan ên Fasê Khadija Riad li dijî pakêta darazê ya nû bertek nîşan da. 
 
Berdevka Meşa Jinê ya Cîhanê  (DKY) ya Afrîkaya Başûr û Rojhilata Navîn û Koordinasyona Rêxistinên Mafên Mirovan ên Fasê Khadija Riad li dijî pakêta darazê ya nû ya girtiyên siyasî li derveyî xwe dihêle bertek nîşan da. Khadija di vîdeoya ku parve kir de wiha got:"Divê girtiyên siyasî yên li tirkiyeyê demildest azad bên berdan. Em ji tolhildana siyasî ya rejîma tirkiyeyê re dibêjin na. Divê li tirkiyeyê girtyên siyasî serbest bên berdan. "