Li Şengalê xebatên li dijî belavbûna koronayê didomin

  • 11:45 8 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî kêm derfetan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dijî belavbûna vîrûsa koronayê xebatên dezengfekteyê û hişyarkirina gel didomînin. 
 
Piştî ku şewba vîrûsa korona li tevahiya cîhanê gihişt asteke metirsîdar, li Şengalê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê dest bi girtina tedbîrên zêde yên tenduristiyê kir. 16’ê adarê desteya rêveberiya xweser ragihand ku ji bilî pêwîstiyên jiyanî û rewşên lezgînî çûn û hatina derve qedexe kirine û dîsa çûn û hatina navbera bajaran de sînordar kirine.
 
Lê ji bo ku gelê Şengalê mexdûr nebe, meclîs hem alîkariya jiyanî, hem ya tenduristî dide xelkê Şengalê. Her wiha ji bo pêşîlêgirtina şewba korona xebatên şeredariyan bê navber didomin. Ji aliyekî ve xebatên paqijiyê, ji aliyê din ve jî xebatên dermankirina kolan û taxan tên kirin.
 
Şaredarî bi derfetên heyî hewl didin xizmetê bigihînin tevahiya civakê. Dîsa bi teknîka kêm a heyî bi afirîneriyeke balkêş rêbazên nû tên pêşxistin û ji bo tenduristiya civakê xebat tên kirin.
 
Di vê çarçoveyê de xebatkarên şaredariya Xanesorê bi derfetên heyî makîneyeke ku dermanê parastina ji koronayê li kolanan direşîne peyda kirine û li ser traktora şaredariyê dane û kolan bi kolan derman direşîne.