Şevîn Coşkun: Li dijî nenaskirina vîna gel em ê têkoşîna xwe mezin bikin

  • 09:11 8 Nîsan 2020
  • Rojane
Zeynep Turgut
 
MÛŞ - Parlementera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun têkîldarî dûrxistina endamên meclîsa şaredariyê axivî. Şevînê diyar kir ku hikûmet vê pêvajoyê wekî firsendekê bi kar tîne û got:"  7 endamên meclîsa şaredariyên me jî ji kar hatin dûrxistin.  Ev nenaskirina vîna gelê kurd e.  Van rojên ku cîhan tev li hemberî   vîrûsa koronayê têdikoşe AKP û MHP bi xespkirina vîna gel re mijûl e."
 
Li  Tirkiyeyê li gorî encamên Hilbijartina Herêmî ya 31’Adarê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 jê bajarên mezin, 5 jê bajar, 45 jê navçe û 12 jê bajarok bi giştî 65 şaredarî, hezar û 120 endamên meclisên şaredariyan û 102 endamên meclisên giştî yên bajaran bi dest xistibû. Lê piştî desteserkirina şaredariyên HDP'ê   hevşaredar ji kar hatin dûrxistin û gelek ji wan jî hatin girtin.  Di heman demê de jî gelek endamên meclîsên şaredariyan ji kar hatin girtin û ji peywirê hatin dûrxistin. Li Mûşê di 9’ê Îlona 2019’an de 7 endamên Meclisa Giştî ya Bajar ên HDP’î bi awayekî hemwext ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin û di nava vê hefteyê de jî li gel şaredariya navend û navçeyê bi giştî  7 endamên meclîsên şaredariyên HDP'ê ji kar hatin dûrxistin.  
 
Der barê  jikardûrxistina endamên meclîsên şaredariyê de, Parlementera Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) a Mûşê  Şevîn Coşkun nirxandin kir. Şevînê anî ziman ku hikûmet tengaviyê wekî firsendekî bi kar tîne û got ku dewlet bi vê polîtîkayê dixwaze bawerî û hêviya gel bişkîne. 
 
'Gel bi awayekî sîstematîk tê tirsandin' 
 
Şevînê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li Tirkiyeyê gel bi awayekî sîstematîk tê tirsandin û got:" Xespkirina ku di meha  tebaxê de dest pê kirî hêj berdewam dike. Hikûmet dixwaze vê pêvajoyê wekî firsendek bi kar bîne. Hikûmet,  di her kêliyan de   aloziya  aborîyê  vedişere û  van rojên tengav  wekî firsend dibîne. Di rojên virûsa koronayê de, hemû mirov bi awayekî sîstematîk têne tirsandin.  Yên ku vê dikin jî dixwazin bi metodên wekî bawermend û girtinê bêhêvîyê kûr bikin."
 
'Li dijî polîtîkayan têkbirînê gelê kurd tu car serê xwe netewand û wê netewîne'
 
Şevînê bi domdarî bal kişand ser dûrxistina endamên meclîsa şaredariyê û ev nirxandin kir:" Ji hefteya borî ve gel navçeyan li Mûşê bi giştî  7 endamên meclîsa şaredariyên me jî kar hatin dûrxistin.  Ev nenaskirina vîna gelê kurd e.  Van rojên ku cîhan tev li hemberî   vîrûsa koronayê têdikoşe AKP û MHP bi xespkirina vîna gel re mijûl e. Lê li dijî van polîtîkayan gelê kurd tu car serê xwe netewand û wê natewîne. Em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoyê de gelê me wê yêkitî û piştgiriya xwe ya bi me re zêde bike û em ê bi hev re vê pêvajoyê derbas bikin."
 
'Li dijî polîtîkayên tunekirina deskeftiyên jinan em têkoşîna xwe zêde bikin' 
 
Şevînê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku li dijî polîtîkayên têkbirînê yêkîtiya xwe mezin bikin û wiha bi dawî kir:" Qeyûman di serî de deskeftiyên jinan hedef girtin û tune hesibandin. Me di vê pêvajoyê de dît ku li gel vîrûsa koronayê  tundiya li dijî jinan jî zêde bû. Em dibînin ku tundiya  li dijî jinan ne tenê li malê de  di heman demê de di şaredariyên me de jî ji hêla AKPê bixwe ve hat meşandin.  Mînak  betalkirina 2 endamên meclîsa şaredariyê  jin vê yekê bi awayekî aşkere radixe ber çavan. Em wekî HDP di vê pêvajoyê de em fêm dikin ku dema ku hêza me  ya  hevalbendiyê geş dibe herî zêde em nêzî serkeftinê dibin.  Em bang li  hemû jinan dikin ku li dijî van polîtîkayên qirkirinê bêdeng nemînin û em li dijî tunekirina deskeftiyên xwe  têkoşîna xwe mezintir bikin."