‘Pratîkên AKP’ê di polîtîkayên wan de derdikevin holê’

  • 09:09 8 Nîsan 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Aktîvîsta TJA’yê Nur Aytemîr, got tiştên di pêvajoya vîrusê de tên jiyîn di polîtîkayên AKP’ê de zelal tên dîtin û got: “Her mijara em rexne dikin, em dibin muxalefet, tespîtên me, di pratîkên AKP’ê de xwe didin der.”
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa korona bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û kesên testa wan pozîtîf derketiye jî bi hezaran e. Li Tirkiyeyê hemû welatî bi xeterê re hatine rû hev û di vê pêvajoyê de bi hezaran kes bê kar man û ligel vê jî hezaran kes neçar dimînin biçin kar. Bang tê kirin ku welatî li malên xwe bin lê tê payîn ku hewcedarî jî bên cih. Di vê pêvajoyê de dîsa li Tirkiyeyê geşedanên girîng hat jiyîn. Yekemîn îhaleya Projeya Kanal Stenbol pêk hat. Ji bo 8 şaredariyên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin.20 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Bi girtina dibistanan re perwerda ji dûr ve hat destpêkirin û dîmenên darvekirinê yên di dersan de deng dan, rê li ber bertekên mezin vekir. Dîsa xebatkarên tendruistiyê diyar kirin ku kêmasiya ekîpman û personelan tên jiyîn.
 
‘Her roj pratîkên AKP’ê dertên holê’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nur Aytemîr, der barê rewşa dawî de nirxandin kir û wiha got: “Her mijara em rexne dikin, em dibin muxalefet, tespîtên me, di pratîkên AKP’ê de xwe didin der. Kesê ku nexweşxaneyên wî hebûn bû wezîr. Pergala tenduristiyê nebû pergala başkirian tenduristiyê bû pergala kuştinê. Kesê ku dibistanên wî hebûn bû wezîrê perwerdê. Roja ewil darvekirin vegotin. Em nêzîkatiyên desthilatdariyê yên li hember şîdeta jinê tespît dikin. Li mala parlamenter jinek tê qetilkirin û gelek pratîkên din.”
 
‘Bi tayînkirina qeyûman îradeya gel tune dihesibînin’
 
Nur di berdewamiya axaftina xwe de diyar dike ku polîtîkayên înkarê yên li hember Kurdan didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rayagiştî ji vê re amade kirin. Di civakê de nêrîna ‘her tişt dikare li Kurdan bê kirin’ empoze kirin. Mirov dimrin lê kes deng dernaxe. Li Cizîrê di bodruman de komkujiyan dikin, qeyûman tayîn dikin, îradeya gel tune dihesibînin. Di şevekê de bi hezaran kes betal dimînin. Li Gulîstan Doku nagerin, Kemal Kurkut li kolanê dikarin bikujin. Zîhniyeta li pêş me zîhniyetek wisa ye.”
 
‘Polîtîkayên ku mirovan bidin jiyîn tune ne’
 
Nur wiha pê de çû: “Vê pêvajoyê her kes bi mirinê re hatiye rû hev. Polîtîkayeke dewletê ya jiyankirina mirovan tune. Hejmara miriyan zêde dibe. Qedexeya derketina derve nayê îlankirin. Ji ber aboriya welat destur nade vê. Sermayedarên girêdayê wan destur nadin. Di pêvajoya vîrusê de ji ber her kes li malê ye, şîdeta li ser jinan jî zêde bû. Mêr hêza xwe ji dewletê digire. Jinên di rewşa heyî de nayên parastin, niha teslîmê mirinê hatine kirin. Hişyariyên em dikin divê li ber çavan bên girtin.”
 
‘Em ne bêçare ne, ne tenê ne, em rêxistinkirî ne’
 
Nur di dawiya axaftina xwe de bi lêv dike ku tevî hemû zext û astengiyan jin têkoşîna xwe didomînin û wiha dawî lê anî: “Divê rêveberî biguhere, gotin biguhere. Divê hikûmet gûh bide jinan û gel. Bi rojane saziyên jinan û em rêveberiyê pêşniyar dikin, tespîtan dikin û banga peywirê dikin. Divê qanûna hejmar 6284 bi awayî bandor pêk bê. Em jin ne bêçarene, ne tenê ne û rêxistinkirî ne.”