Xizmên girtiyan:Ya sererastkirinan nekin yan jî wekhev û adîlane bikin

  • 09:05 8 Nîsan 2020
  • Rojane
 
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Malbatên girtiyên li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, diyar kirin ku di qanûna înfazê de newekhevî heye û gotin divê wekhevî hebe. Xizma girtî Rabîa Ataş wiha got: “Ya sererastkirinê nekin, yan jî wekhev bikin.”
 
Ji ber vîrusa korona li Tirkiyeyê 649 kesî jiyana xwe ji dest da û hejmara kesên testa wan pozîtîf derketiye jî 30 hezar derbas kir. 3’emîn Pakêta Darazê ya ku wek qanûna ‘efûyê’ tê zanîn di rojên borî de bi îmzeya AKP-MHP’ê di Komîsyona Edeletê ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Lê girtiyên siyasî di vê qanûnê de cih negirtin. Niha li girtîgehan 457 jê giran bi giştî hezar û 333 nexweşên giran hene. Malbatên girtiyan diyar kirin ku divê di
 
Ji ber vîrusa korona li Tirkiyeyê 649 kesî jiyana xwe ji dest da û hejmara kesên testa wan pozîtîf derketiye jî 30 hezar derbas kir. 3’emîn Pakêta Darazê ya ku wek qanûna ‘efûyê’ tê zanîn di rojên borî de bi îmzeya AKP-MHP’ê di Komîsyona Edeletê ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Lê girtiyên siyasî di vê qanûnê de cih negirtin. Niha li girtîgehan 457 jê giran bi giştî hezar û 333 nexweşên giran hene. Malbatên girtiyan diyar kirin ku divê di qanûna înfazê de wekhevî hebe.
 
Malbatan bertekên xwe nîşan dan û diyar kirin ku divê daxwazên wan bên cih.
 
Hewcedariyên wan naynin cih
 
Dîlan Saruhan ku li girtîgeha Bakirkoy a Jinan dimîne. Xwişka wê Bahar Saruhan got hefteyê carê xwişka wê digere û got: “Xwişka min got ‘lepik, rûpûş û hewcedariyên din nedane’. Li kantînan jî xurek têr nînin. Li gorî vegotinên xwişka min, piştî vîrus derketiye holê li girtîgehan tiştek nehatiye kirin. Ji kantînan dan û stanê dikin lê gelek tişt li kantînan tune. Niha maske, kolonya, lepik tune ne.”
 
Baharê bi lêv kir ku ji ber vîrusê ew gelek bi fikarin û got: “Ev newekhevî ne raste. Ji bo girtiyên edlî niha mafê hevdîtina bi dîmen anîne. Lê em bi zor û zehmet dikarin bi telefonê biaxivin. Dema sererastkirinek bê kirin nikare aliyek ji derveyê vê bê girtin. Berê me pere ji girtîgehan radizand. Niha em ji ser PTT’ê radizînin. Em dixwazin bên berdan. Divê newekhevî neyê kirin.”
 
‘Alavên paqijiyê kêm in’
 
Malbata girtiya bi navê Esma Başkale ya li girtîgeha Bakirkoyê jî, diyar kirin ku bi telefonê bi keça xwe re axivîne û axaftina Esmayê wiha ragîhandin: “Em nikarin ji koxuşan derkevin. Ji bo telefonê em ji koxuşan derdikevin. Hefteyê nîv kîlo deterjana cilan û du sabun tên dayîn. Dema vê didin jî qeyd dikin. Van qeydan dişînin ji wezareta dadê re. Lê ev alav têr nakin. Em dixwazin ji kantînan bigirin lê gelek bihaye. Peçete pir bihane. Me nabin revîran. Çûyan nexweşxaneyan hatiye sekinandin. Em jî ji ber vîrusê naxwazin ji xwe. Parêzerên me nikarin bên. Maske û lepik nayên dayîn. Em nikarin kargoyên xwe jî bigirin. Hevalên me baş in lê yên nexweşiya wan ya kronîk hene û pîr hinek nebaşin. Ji ber vê heta ji destê me tê em dernakevin.”
 
Xwişka Esma Başkale jî got: “Vîrus li hemû cîhanê belav bûye, em jî dixwazin ku di qanûna înfazêde wekhevî hebe.”
 
‘Bila newekheviyê nekin’
 
Daika Şîvekar Ataş ya li girtîgeha Bakirkoy tê girtin, Rabîa Ataş jî bertek nîşan da û got: “Ji bo diz û çeteyan efû heye, ji siyasiyan re tune. Divê wekhevî hebe. Bila destê xwe bidin ser wijdana xwe. Divê girtiyên nexweş jinên bi zarok û kal û pîr bên berdan. Xwezî sererastkirin tunebûna, ger çêkiribin jî bila wekhev bin. Em nikarin biçin hevdîtinan. Em nikarin zarokên xwe bibînin. Tiştek bibe jî em ê zarokên xwe nebînin.”