ROJEVA 8’YÊ NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 8 Nîsan 2020
  • Rojev
 
* Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Kudret Temel diyar kir ku divê di ‘qanûna efûyê’ de adîl tevbigerin û got: “Em dibînin li girtîgehan serhildan pêk tên. Ev serhildan dikare li hemû girtîgehan belav bibin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
 
*  Bi vîrusa koronayê re li hawîrorê cîhanê ewlehî tê girtin. Lê mixabin Tirkiyeyê hîna li gelek deveran tu ewlehî negirtî ye. Ji van cihên ku lê ewlehî nehatiye gitin yek jê jî Ferqînê ye. Nuran Gunbatan a ku endama meclîsa şaredarê ya HDP’ê ye got li gel wan serlêdana ew ê bi derfetên xwe hişyariyan bikin kirine jî serlêdana wan nehatiye qebûlkirin. BI DÎMEN
 
* Nivîskarên kurd anîn ziman ku girtiyên siyasî li hemberê vê şewba koronayê  bi tu awayî nikarin xwe biparêzin û divê demildest werin berdan. Nivîskaran diyar kirin ku ger rê li ber vê xeteriyê neyê girtin, dibe ku bi hezaran girtî jiyana xwe ji dest bidin.
 
*HDP’a Îzmîrê, li navend û 25 navçeyan maseyên krîzê ava kirin û hewl didin bersivê bidin hewcedariyên gel û torê piştevaniyê mezin bikin. Doktor Ayşe Ozdamar, got hejmara kesên serî li maseyên krîzê didin zêde dibe û got: “Piştgirî û hêza yekbûnê, dermanê herî girînge.”
 
*Girtiya nexweş Hasîbe Mengîrkaon ku dema hevseroka DBP’a Mêrdînê bû hat girtin û niha li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye, li dijî nexweşiya astim, şekir, tansiyonê têdikoşe û ji ber xetereya vîrûsê jî nikare derkeve revîrê.
 
*Aktîvîsta TJA’yê Nur Aytemîr, got tiştên di pêvajoya vîrusê de tên jiyîn di polîtîkayên AKP’ê de zelal tên dîtin û got: “Her mijara em rexne dikin, em dibin muxalefet, tespîtên me, di pratîkên AKP’ê de xwe didin der.”
 
*Malbatên girtiyên li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, diyar kirin ku di qanûna înfazê de newekhevî heye û gotin divê wekhevî hebe. Xizma girtî Rabîa Ataş wiha got: “Ya sererastkirinê nekin, yan jî wekhev bikin.”
 
*Parlementera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun têkîldarî dûrxistina endamên meclîsa şaredariyê axivî. Şevînê diyar kir ku hikûmet vê pêvajoyê wekî firsendekê bi kar tîne û got:"  7 endamên meclîsa şaredariyên me jî ji kar hatin dûrxistin.  Ev nenaskirina vîna gelê kurd e.  Van rojên ku cîhan tev li hemberî   vîrûsa koronayê têdikoşe AKP û MHP bi xespkirina vîna gel re mijûl e."
 
*Jinên ku di terzîxaneya Sakîna El-Eseliya dixebitin ji bo çêkirina rûpoşan û parastina ji Vîrûsa Korona , li ser xebatê pirojeya xwe axivîn û wiha gotin:  "Me xwest em alîkariyekê bi civaka xwe re bikin û terzîxaneya xwe bikin cihê çêkirina rûpoşan, da ku em jî bibin beşek ji xizmeta civaka xwe re û em şifayê ji tevahî nexweşên Vîrûsa Koronayê re dixwazin." BI DÎMEN