'Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin'

  • 15:44 7 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL - ANYAKAH-DER, daxuyaniyek da û bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Divê malbat û parêzer demildest biçin Îmraliyê û hevdîtin bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re pêk bînin."
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Girtiyan re ya Anatoliyê (ANYAKAH-DER), li ser rewşa girtiyên li Îmraliyê û girtîgehên din daxuyaniyek dan. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn. Hevseroka ANYAKAY-DER Sûltan Karasû daxuyanî da û bertek nîşanî pêşnûme qanûna AKP-MHP'ê da. qebûlkirin.
 
Sultan, diyar kir ku girtiyên siyasî nakevin ber guhertina qanûnê û li dijî pîvana hiqûqî û wekheviyê ye. Sultan, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku bala raya giştî li ser rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan e.
 
Sultan, destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê tavilê malbat û parêzerên Abdullah Ocalan karibin hevdîtinê pê re bikin û wiha got: "Li gelek welatan taloqkirina ceza yan jî efû hatiye ragihandin. Ev pêkanîn li Tirkiyeyê jî ji bo hemû girtiyan dikare derbas bibe."