Li Girtîgeha Şakranê testa bijîşkek din pozîtîf derket

  • 14:21 7 Nîsan 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - ÎHD Û TÎHV ragihandin ku li Girtîgeha Şakranê testa bijîşkek din pozîtîf derketiye, Ege TÛHAY-DER jî diyar kir ku heman bijîşk hefteyek berê li kogûşan têkilî bi girtiyan re daniye.
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Şaxa Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Îzmîrê, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan û ragihandin ku li Girtîgeha Şakranê testa bijîjkekî din pozîtîf derketiye.
  
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di planên krîzê de berpirsyariya dewletan a parastina hemû kesên li girtîgehan heye û ev tişt hat gotin: “Bi taybetî Girtîgeha Şakranê lê divê li hemû girtîgehan di her astê de bi awayekî lezgîn bergirî bên girtin. Di serî de divê personel û girtiyên ku bijîşkan bi wan re têkilî danîne divê bikevin bin qarantînayê û testên wan demildest bên kirin. Divê bergiriyên ku Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20’ê adarê de aşkera kiribûn, bi awayekî guncav bên girtin.”
 
Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (Ege TUHAY-DER) Ahmet Ertaş jî da zanîn ku ji wan re jî agahiya ku li girtîgehên hejmar 1 û 2 ên tîpa T ên Şakranê bijîşkên ku bi vîrûsê ketine hene, hatiye û wiha got: “Di çarçoveya xebata ku em li gorî agahiyên malbatan dikin de me xwe gihandiye agahiya zelal a testa bijîşkê girtîgehê ya pozîtîf derketiye. Heman bijîşk hefteyek berê çûye kogûşên girtiyan û bi wan re tekilî daniye. Li gel vê yekê jî rayedarên girtîgehê testa girtiyan nekirine. Ev jî xof û fikarê bi me re zêde dike. Ev rewş nayê qebûlkirin û divê hiqûqa dijminane bê terikandin û em daxwaz dikin ku hemû girtiyên siyasî bên berdan.”