111 xebatkarên tenduristiyê yên Îzmîrê bi vîrûsê ketin

  • 13:58 7 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, ragihand ku li bajêr testa 111 xebatkarên tenduristiyê pozîtîf derketiye.
 
Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, ragihan ku testa 111 xebatkarên tenduristiyê pozîtîf derketiye. Odeya Bijîşkan li ser hesabê xwe yê medya civakî agahî da û wiha got: “Li bajêr 69 bijîşk, 27 hemşîre-pîrik, 10 xebatkarên paqijiyê, 2 sekreter, 3 karmend bi giştî 111 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine.”