Li Amedê serlêdana stargehên jinan hat betalkirin

  • 11:03 7 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
AMED - Bi hinceta xebatkar kêm in û Vîrusa Koronayê li Amedê serlêdana stargehên jinan ên girêdayî Şaredariya Bajarê Amedê hat betalkirin.
 
Ji 11'ê Adarê heta 31'ê Adarê li Tirkiyeyê 21 jin hatine kuştin. Ji van jinan 18 jê li malê, 9 jê ji hêla mêrê pêre zewicî û 5 jê jî ji hêla hevalên xwe yê mêr ve hatine kuştin. Çendî ku şidet û cinayetên jinan zêde dibin, lê belê li Amedê stargehên jinan ên girêdayî şaredariyan serlêdanên xwe sekinandin. 
 
Stargehên jinan yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ên qeyûm tayinî wna hatine kirin, bi hinceta vîrûsa coronayê û kêmbûna xebatkaran serlêdan sekinandine. 
 
Mala Jina ya Karedelenê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Rezanê, Navenda Lêkolînkirina Pirsgirêkên Jina (DÎKASÛM) a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serlêdanên li wan tên kirin ji ber kêmbûna kapasîteyê ber bi Navenda Pêşîlêgirtin û Şopandina Şidetê (ŞONÎM) ve dişînin. 
 
Lê belê ŞONÎM jî serlêdanên şexsî qebûl nake. ŞONÎM, serlêdanên tên kirin pêşî dişîne emniyetê. Polîs jinên serlêdanê dikin dibin nexweşxaneyê, tenduristiya wan kontrol dikin. Gava testê wan neyînî bin wan dibin ŞONÎM'ê. Li Amedê 6 navendên ŞONÎM'ê hene û tije bûne. ŞONÎM, diyar dike serlêdanên ji bo stargehên jinan tên kirin qebûl nakin.