'Ji xwezayê dermanên ji bo tenduristiyê baş tên afirandin'

  • 09:02 7 Nîsan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKE - Di heyva biharê de erd bi cilê xweyî kesk tê xemilandin,  şêniyên gundan jî  debara xwe ji xwezayê dikin. Jina bi navê  Kevokê Dahir li ser dermanên xwezayî dibêje: "Ji xwezayê dermanên baş û  bi tendurist tên afirandin, tenê di jiyana gundan de ev çand zindî ye." 
 
Tê zanîn ku ji 23’yê Adarê de ji bo ku rê li ber Vîrusa Koronayê bê girtin, Rêveberiya Xweser biryara qedexekirina derve, ragihand. Li gundan rewşeke cuda heye, şêniyên gundan ji gîhayên xwezayê dermanan ji xwe re diafrînin û wisa li tenduristiya xwe baldar in. Têkildarî mijarê jina bi navê Kevokê Dahir li ser sûdên dermanên ji xwezayê axivî û nêrîna xwe ji me re parve kir.   
 
'Bi parastina bedenê wê rê li ber Vîrusa Korona bê girtin'
 
Dayika bi navê Kevokê Dahir a 68 salî ji gundê Til Necma yê navçeya Til Temirê, da zanîn ku  qedexekirina derve ji bo parastina şêniyên herêmê ye û wiha got: "Vîrûsa Korona di nava  cihanê de belav bûye, ji bo ku rê li ber were girtin Rêveberiya Xweser biryara qedexekirina derve, ragihand. Bila kes dilê xwe negire, ev nexweşiyeke xeter e, em ê xwe biparêzin û li ber xwe bidin, da ku ev vîrûs di nava civaka me de belav nebe."
 
'Qinêber dermanê nexweşiya dil e'
 
Kevokê bal kişand li ser jiyana gundan a di  nava  rewşa qedexekirinê de û wiha pê de çû: "Heyva biharê ji bo  mirovên ku li gundan dijîn, pîroz e.  Di vê mehê de em xwarina xwe ji xwezayê çêdikin wekî qinêber, xerdel û pincar em jê dikin, caran ji zivistanê re hiltînin. Ev gîha  hem ji bo mirovan derman e,  hem jî alîkariya me  di aliyê aboriyê de dike. Gîhayê qinêber dermanê dil e, ji ber ku nexweşiya dil bi min re heye ez her tim di biharê de vê xwarinê ji bo xwe û zarokên xwe çêdikim, kesê ku nexweşiya dil pêre heye pêwîst e piranî gîhayan bixwe."
 
'Her nexweşiyek dermanê wê yê xwezayî heye'
 
Kevokê di dewamiya gotinên xwe de bal kişand ser sûdên ji gîhayên xwezayî û wiha got: "Gîhayê Sêvik dermanê şewib û Iltîhabê  ye.  Ev meh  rewşa hewayê di nava sar û germî de ye ji bo wê zarok û kal zêde nexweş dikevin. Dermanê wê jî gîhayê sêvk e, em vê gîhayê diçînin û ji bo zivistanê jî hiltînin. Her nexweşiyek dermanê wê ya xwezayî heye, lê mixabin piştî pêşketina teknîkî dermanê xwezayî hatiye paşguhkirin.  Tenê di jiyana gundan de ev çand zindî ye." 
 
'Pêwîste her kes xwe biparêze'
 
Kevokê di dawiya gotinên xwe de hişyarî da gel ku biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin û wiha bi dawî kir: "Em jî parastina xwe dikin û bi rêzdarî nêzî vê biryarê dibin, ji ber ku ev biryar ji bo xizmet û parastina me ye.  Heta ku ji me tê em li malên xwe dimînin, parastina xwe dikin û dûrî kombûyînê diçin. Di rojê de ger pêwît bû em diçin nava erd, lawirên xwe diçêrînin û vedigerin. Dema em diçin jî em pêwistiyên mala xwe ji nava erd tînin, paqij dikin û xwarina xwe jê çêdikin. Pêwîstiya her kesî bi parastinê heye. Ji bo parastina tenduristiya mala xwe ez ê her xwarina xwe ji xwezayê çêbikim."