Ciwanên Kobanê li dijî êrîşan meşiyan

  • 08:22 24 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANE - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Rojava jinên ciwan û ciwanên Kantona Kobanê konvoyek bi maşîne li dar xistin.
 
Li dijî êrîş û armanca dewleta tirk a guherîna demografiya herêmê, Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên şoreşger bi alên QSD’ê û alên ciwanan li qada jina azad kom bûn û bi maşîneyan êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê şermezar kirin. 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.