YJK-Îskandînavya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir

  • 13:38 28 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - YJK-Îskandînavyayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga seferberiyê kir û got: ‘’Weke jinan werin em birêxistinbûn û têkoşînê mezintir bikin.’’
 
YJK-Îskandînavyayê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Di çarçoveya Kampanyaya Tîrêjên Rojê ya ji aliyê TJK-E’yê ve hatî destpêkirin de em xwedî li kampanyaya nameyan derdikevin û diyar dikin ku em ê li qada xwe kampanyayê bixin navenda hemû xebatên xwe.’’
 
Naveroka daxuyaniya YJK-Îskandînavyayê bi vî rengî ye:
 
‘’Bi têkoşîna Rêber Apo û bi hêz û bandora têkoşîna gelê Kurd û dostên wan ji aliyê hin saziyên mixatab ve daxuyanî hatin dayîn. Di encama têkoşîna 26 salan ya mafdar û biisrar de neçar mane ku daxuyaniyan bidin. Têkildarî biryara ku di Cîvîna Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê de hatî girtin, em rakirina tecrîdê ya di nava salekê rast nabînin û vê yekê qebûl jî nakin! Em daxwaz dikin ku tavilê azadiya Rêbertiya me were dabînkirin.
 
Rêbertiya me bi sekna xwe komploya navneteweyî pûç kir. Rêber Apo xwişk-biratî û yekîtiya gelan û azadiya jinan esas girt. Jin û gelê Kurd ev 26 sal in li qadan in. Bi pêşxistina pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’  şert û mercên rakirina tecrîda Îmraliyê û dabînkirina azadiya Rêber Apo ji hemû gavan guncavtir û zêdetir in. Weke jinan werin em birêxistinbûn û têkoşînê mezintir bikin.
 
Em weke Tevgera Jinan a YJK-Îskandînavyayê di serî de jin bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin. Girêdayî vê yekê em bang li hemû jinên li Îskandînavyayê dikin ku beşdarî meşa ku wê bi daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya di 2’yê Mijdarê de li Stockholm, Malmo û Osloyê were lidarxistin, bibin.’’