'Em li dijî êrişên Tirkiyeyê terka têkoşîna xwe nakin'

  • 13:33 28 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
  
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên Şehbayê yên bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan wiha gotin:"Îro em hemû dewletên cîhanê şermezar dikin ku di bêdengiya xwe de bi israr in. Ew tenê di gotinan de dibêjin em piştgiriya mafê mirovan dikin lê dîsa em soza berdewamkirina berxwedanê nû dikin. Em li dijî êrişên Tirkiyeyê terka têkoşîna xwe nakin."
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî dewam dikin. Bi êrişan jin û zarok tên kuştin û binesaziya herêmê dibe hedef. Jinan li dijî êrişan bertek nîşan dan û gotin:"Me li berxwe da û em ê li berxwe bidin."
 
'Dewleta tirk dijminê jin û zarokan e'
 
Koçbera  Efrînî Emîne Muse ku li navçeya Till Rifatê niştecih bûye têkildarî êrîşan berteka xwe nîşan da û wiha pê de çû:"Ev bû 7 sal in ku em koçberî navçeya Till Rifatê bûne û her roj dewleta tirk bi obîs û hewanên xwe êrîşê bi ser me de dike. Ji ber topebarana bi dijwar li bajarê Efrînê ku dîsa ji aliyê dewleta tirk ve dihat kirin em koçber bûn lê dîsa em ji êrîşan xelas nebûn. Her roj jin û zarokên me dibin qurbanî ji ber ku dewleta tirk dijminê jin û zarokan e."
 
'Dewleta tirk her roj sivîlan dixe ber top û hewanan'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Emîneyê da zanîn ku dewleta tirk êrîşî sivîlan dike û wiha got:"Dewleta tirk her roj sivîlan dixe ber top û hewanan. Zaroka bi navê Melek Hembeşo ya 5 salî di encama êrîşa dewleta tirk a bi ser navçeya Til Rifetê de hat qetilkirin. Ma ka wijdan ka maf ka rêxistinên ku mafê mirovan diparêzin? Çima mafê hemû mirovan heye tenê yê gelê kurd tune ye? Divê qedexeya hewayî pêk were."
 
'Me li berxwe da û em ê li berxwe bidin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê got wê ji bilî berxwedanê tu riyên din tune bin û got:"Me li berxwe da û em ê her li berxwe bidin. Em Till Rifatê li du xwe nahêlin. Hezar nalet li dewleta tirk be."
 
'Erdogan serokê teror û çeteyan e'
 
Têkildarî heman mijarê Koçbera Efrînî Necah Omar Mihemed ku ew jî nişteciha Till Rifatê bû bertek li dijî êrîşan nîşan da û got:"7 sal in û ji destpêka koçberbûna me ya ji welatê me dewleta tirk her roj me di nava xwîna komkujiyan de dihêle. Em ne terorîst in em mafê xwe dixwazin. Ma kanî rêxistinên mirovî û dewletên navneteweyî ma nabînin kî terorîst e ma ne Erdogan û serçeteyên wî ne ? Erdogan çeteyan digre gel xwe û di nava cîhan û gelê kurd de dide belavkirin. Ew serokê teror û çeteyan e."
 
'Biçûk û mezinên me li dijî dewleta tirk li ber xwe didin'
 
Necahê da diyar kirin ku çiqas dewleta tirk êrîşî kurdan bike wê kurd ji berxwedana xwe û daxwaza mafê xwe bernedin û got:"Li seranserê herêmên me êrîş pêk tên lê em ji berxwdana xwe gavê paşde navêjin. Em ê nehêlin ku tirk armancên xwe pêk bîne. Wê li dijî qirêjiya dewleta tirk berxwedana zarokên 7 salî heya kalpîrên 70 salî dewam bike."
 
'Hemû dinya vê bûyerê dibînin lê bêdeng e'
 
Necahê ku li cihê komkujiya zarokan di 2019 an de pêk hat sekini bû û bertek nîşan dida got:"Gelek car komkujî derheqê zarokan de li navçeyê pêk hat. Di 23'yê Cotmehê de jî dubare zarok, jin, kal mêr bûn qurbaniya komkujiyê. Hemû dinya vê bûyerê dibînin lê bêdeng e. Ev îxaneta li kurdan e. Lê kurd namirin, tovê wan bi dawî nabe û wê dawiya dewleta tirk mirin û şikandin be."
 
'Em li dijî êrişên Tirkiyeyê terka têkoşîna xwe nakin'
 
Her wiha Sedîqa Mihemed Bekir jî axaftin kir û têkildarî êrîşan wiha got:"Ev bû 7 sal ji bo vegera li Efrînê em li warê koçberiyê li ber xwe didin lê her roj em bi êrîşan re rû bi rû ne û sivîl her dibin hedefa dijmin. Bi êrîşên xwe cudahiyê naxin navbera mezin û biçûkan. Îro em hemû dewletên cîhanê şermezar dikin ku di bêdengiya xwe de bi israr in. Ew tenê di gotinan de dibêjin em piştgiriya mafê mirovan dikin lê dîsa em soza berdewamkirina berxwedanê nû dikin. Em li dijî êrişên Tirkiyeyê terka têkoşîna xwe nakin."