Li Qoserê ji bo zarokan atolye

  • 12:40 28 Cotmeh 2024
  • Zarok
 
MÊRDÎN - Di pêşengiya Şaredariya Qoserê de ji bo zarokan atolyek ku zarok pê hunera xwe pêşve bixin hat lidarxistin. 
 
Çalakiyên Şareariya Qoserê yên Muduriyeta Jin û Malbatê ku ji bo zaroka tên lidarxistin berdewam dikin.  Komên şaredariyê ku bi zarokan re hatin gel hev, li derve di bin navê atolyeya zarokan de şahiyên cûr bi cûr li dar xistin.
 
Komên ku li taxa Meopotamyayê bi zarokan re hatin gel hev, bi muzîkê dest bi şahiya xwe kirin. Zarokên ku bi muzîkê şa bûn li gel hunermendan hunera xwe nîşan dan û bi wan re stran gotin.
 
Zarokên ku bi muzîkê şa bûn piştî vê li ser kincekî spî ku li erdê hat raxistin di warê xêzkirina wêneyan de hunera xwe nîşan dan û wêne xêz kirin. 
 
Şaredariyê piştî atoleya ku zarok pê şa bûn li zarokan xarin û vexwarin û pêlîstok belav kir. Atolye bi boyaxkirina ruyê zarokan û bi şahiyên cûr bi cûr bi dawî bû.