Ciwanên Kobanê li dijî êrîşan meşiyan 2019-11-24 08:22:28   KOBANE - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Rojava jinên ciwan û ciwanên Kantona Kobanê konvoyek bi maşîne li dar xistin.   Li dijî êrîş û armanca dewleta tirk a guherîna demografiya herêmê, Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên şoreşger bi alên QSD’ê û alên ciwanan li qada jina azad kom bûn û bi maşîneyan êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê şermezar kirin.    Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.