Li Qoserê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 12:29 28 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê, Bîrsel Kaya ya ku ji qatê çaran ê avahiyekê ket asansorê ji asansorê bi awayekî bi gûman ket valahiya asansorê û jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, Bîrsel Kaya, ji katê çaran ê avahiyekê ket asansorê û bi awayekî bi gûman jê ket valahiya asansorê û jiyana xwe ji dest da.
 
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Bîrsel a ku rakirn Nexweşxaneya Dewletê jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Bîrselê ji Dêrikê hat definkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.