Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan

  • 11:51 23 Mijdar 2019
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê ragihand ku li dijî politîkayên şer û şîdetê jinan dê di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daxuniyeke nivîskî weşand. 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku divê dawî li polîtîkayên dagirkerî û şer, her cureyê şîdeta li hemberî jinê û vîna gelan dike armanc were.
 
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her roja diçe êrîşên li dijî destkeftiyên me, gelê me, azadiyê, jiyana me û hebûna me ya li qada civakê de zêde dibin. Desthilatdariya takekesî ya AKP-MHP’ê bi şêweyek vekirî êrîşî têkoşîna jinan û azadiya jinê dike. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî desthilatdariya zilam û hişmendiya takekesî li dijî polîtîkayên desteserkirin û dagirkeriyê, li dijî dijminahiya AKP-MHP’ê ya li hemberî jinan dê di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan.”