Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan 2019-11-23 11:51:33   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê ragihand ku li dijî politîkayên şer û şîdetê jinan dê di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daxuniyeke nivîskî weşand.  Meclîsa Jinan a HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku divê dawî li polîtîkayên dagirkerî û şer, her cureyê şîdeta li hemberî jinê û vîna gelan dike armanc were.   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her roja diçe êrîşên li dijî destkeftiyên me, gelê me, azadiyê, jiyana me û hebûna me ya li qada civakê de zêde dibin. Desthilatdariya takekesî ya AKP-MHP’ê bi şêweyek vekirî êrîşî têkoşîna jinan û azadiya jinê dike. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî desthilatdariya zilam û hişmendiya takekesî li dijî polîtîkayên desteserkirin û dagirkeriyê, li dijî dijminahiya AKP-MHP’ê ya li hemberî jinan dê di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan.”