Endama Meclîsa Jinan Rûşen: Rabîa Naz întihar nekir hat kuştin

  • 09:01 15 Nîsan 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Endama Meclîsên Jinan a Mêrdînê   Ruşen Oçal, li ser bûyera mirina Rabîa Naz Vatan a 11 salî axivî. Ruşen got ku dixwazin ser bûyera Rabîa Naz bigirin û ev tişt got: “Rabîa Naz întihar nekir, hat kuştin.”
 
Sedema mirina Rabîa Naz Vatan a 11 salî ku di 13’ê Nîsana 2018’an de bi awayekî bi guman li navçeya Eynesîl a Giresûnê jiyana xwe ji dest da û di ser bûyerê re salek derbas bû jî hîn nehatiye ronîkirin. Di derbarê mijarê de endama Meclîsên Jinan a Mêrdînê Ruşen Oçal axivî.
 
Ruşen, anî ziman ku wek Meclîsa Jinan ji bo bûyera Rabîa Naz bê ronîkirin dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Em ê bibin şopdarê doza Rabîa Naz. Heta ku edalet bi cih neyê em ê nesekinin! Ev ne bitenê meseleya malbatê ye, ev meseleya me hemûyan e. Bavê wê ji bo edalet bi cih were dixebitî. Lê îktîdar dixwaze ku wî bêdeng bike û Ji ber vê ji wî re rapora derûniya wî nebaşe dan. Dixwazin ser bûyerê bigirin û bavê wê bêdeng bikin. Lê em ê bibin denge malbatê.”
 
‘Dixwazin ser bûyerê bigirin’
 
Ruşenê got ku dixwazin ser bûyerê bigirin û ev tişt got: “Ji ber ku nav bûerê re navê xwarziyê serokê bere yê AKP’ê jî derbas dibe dixwazin ser bûyerê bigirin. Dibêjin qezaya trafîkê ye û derûniya bavê wê jî  nebaşe. Evqas ne hêzan e ku ser bûyereke bi vî rengî bê girtin. Em destûrê nadin.”
 
‘Zarokeka 11 salî nizane întihar çi ye’
 
Ruşen, di domandina axaftina xwe de got ku kesên Rabîa Naz kuştine nehatine cezakirin û wiha dirêjî da axftina xwe: “Rabîa Naz întihar nekir, hat kuştin. Çima zaroka 11 salî xwe bikuje. Zaroka 11 salî nizane întîhar çi ye.”
 
‘Em ê dev ji vê dozê bernadin’
 
Ruşen, di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew wek Meclîsên Jinan ji bo bûyra Rabîa Naz bê ronîkirin li 45 bajaran xebatan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê sedema mirina Rabîa Naz û hemû rastî derbikevin holê. Heta ku edalet bi cih neyê em nasekinin! Ev hewldana me ne bitenê ji bo Rabîa Naz e, her wiha ji bo ku gelek zarokên wek Rabîa Naz neyên kuştinê ye. Ji bo ku derbarê kuştina Rabîa Naz de lêpirsîn berdewam bike û  sûcdar bê cazakirin çi pêwîst be em ê bikin. Em wek Meclîsên Jinan dixwazin ku ji bo Rabîa Naz edalet bi cih were. Em dixwazin ku kesên rabî Naz kuştin bên cezakirin”