KCD'ê Komkujiya Enfalê bi bîr anî

  • 12:25 14 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - KCD'ê bi boneya 33'yemîn salvegera Komkujiya Enfalê de daxuyaniyek da û got: "Em bawer dikin ku wê hemû berpirsiyar li ber çavê mirovahiyê bên darizandin û hesab bidin." 
 
Di 4'ê Nîsana 1986'an de bi emrê Serokê Iraqê yê wê demê Seddam Husên komkujiyek pêk hatibû. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi boneya 33'yemîn salvegera Komkujiya Enfalê de daxuyaniyek da. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev komkujî di dîroka mirovahiyê de şermeke mezin e. Hat bibîrxistin ku di komkujiyê de 182 hezar mirov hatine qetilkirin û kesên hatine qetilkirin xistine gorên komî û wiha hat gotin: "Ev texrîbat niha jî didomin." 
 
'Komkujî bi piştevaniya hêzên emeryal tên kirin' 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Komkujiya Enfalê, berdewama komkujiya Qoçgirî, Agirî, Zîlan, Mereş û gelek komkujiyên din in û wiha hat gotin: "Ev komkujî li Qamişlo, Roboskî, Şengal, Kobanî, Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Gever û Efrînê jî didome û bajar tên rûxandin û şewitandin. Dewletên dagirker ên ku van komkujiyan pêk tînin, bi awayekî aşkere destekê ji hêzên emperyal digirin û bi feramana wan pêk tînin. Hêzên navnetewî jî hevkarên vî sûcî ne. Heta dîktator û hevkarên wan li ber çavê mirovahiyê neyên darizandin û li ber dîrokê hesabê vê yekê nedin, wê wijdanê mirovahiyê tu carî pak nebe.
 
Lê belê tişteke berbiçav heye. Ew jî ew e ku li tevahiya perçeyên Kurdistanê gelê me tu carî li ber van komkujiyan bi paş ve hav neavêtiye û ji azadî û rizgariya xwe tu carî tawiz nedaye. Wê niha jî nede. Dîktatorên ku van polîtîka û komkujiyan pêk tînin li ber mirovahyê hatine mehkûmkirin û di di tarîtiya lanetî ya dîrokê de hatine windakirin. Li hêla din jî her diçe gelê me bêtir nêzî azadiya Kurdistanê dibe û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî dibe cihê hêvî û moralê. Ji ber vê ye ku niha Kurdistan bûye cihê ku hemû nirxên mirovahiyê ji nû ve lê şîn tên. Li ser vî esasî, bîr û baweriyê em di 33'yemîn salvegera Enfalê de careke din komkujiyê şermezar dikin. Em bawer dikin ku wê hemû berpirsiyar li ber çavê mirovahiyê bên darizandin û hesab bidin û em ê di têkoşîna xwe ya ji bo azadî û rizgariyê de bi ser bikevin."