ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 14 Nîsan 2019
  • Rojev
*Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd diyar kir ku şoreşa ku li Sûdanê di pêşengtiya jinan dest pê dike, tê wateya bilindkirina dengê doza mafê jinan a li himberî desthilatdariyê. DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Çandiniyê ya Bajarê Qamişloyê Nalîn Îsa bandora  barana zêde ya îsal a li ser çandiniyê nirxand û got: "Barana îsal gelek bandor li ser çandiniyê kir. Ji bo ku zerareke zêde negihîjîne çandiniyê me dest bi belavkirina dermanan a ji bo çandiniyê kir."
DÎMEN HEYE
 
* Di kevneşopiyên Xirîstiyanan de gelek cejin ên bi wate û xwedî dîrok û bûyerek cuda hene. Yek jê (Ehed El-Şeanîn)ango Yekşema Şeanîna ye. DÎMEN HEYE
 
*Hatîce Beytur diyar kir ku kurê wê Osman Beytur ê li girtîgha Tîpa T ya Şirnexê girtiye ji 16’ê Çileyê de di greva birçîbûnê de ye û wiha berdewam kir: “Rewşa tenduristiya hemûyan xerabe. Lê moralê wan gelek baş e. Bila deng bidin dengê wan.”DÎMEN HEYE
 
Petra Nachtmanova ya ku yek ji muzîkjena sazê ya Rojavayê Ewropayê ye, ji bo nîşan bide ku ev enstruman bi sedsalane çawa di dilê çandan de cih girtiye, ji Berlînê çû Horosanê. Petra 10 hezar kîlometre rê çû û rêwîtiya Petrayê bû mijara fîlmê ‘Saz’ ê. BI DÎMEN
 
*Bi armanca piştgiriya hevseroka KCD’ê Leyla Guven parlamenterên herêmê ketibûn greva birçîbûnê ya sê rojan. Der barê 6 kesên ku çibûn serdana grevan û govend gerandibûn de bi sûcdariya ‘hestên etnîkî tehrîk kirin’ îdianame hat amadekirin. Îdianameya hat amadekirin ewil şandin Asliyeyê piştre şandin Dadgeha Cezay a Giran. Lê her du dadgehan jî di mijara sûc de li hev nekirin û dosya şandin dadgeha îstînafê.