Jinên Şehbayê: Em hemû Leyla û Nasir in
- 14:48 12 Nîsan 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên Şehbayê di çalakiya kon vedanê de bal kişandin ser greva birçîbûnê û wiha gotin: "Rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê ket asteke krîtîk û em bang li hemû dewlet û rêxistinên ku mafê mirovan diparêzin dikin, li hemberî rastiyê bêdeng nebin."
Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê bi pêşengiya Kongreya Star li qada Ehres a Kantona Şehbayê duh kon hat vedan û îro jî çalakî didome. Çalakî bi dirûşma "Berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in" pêk tê. Di çalakiya roja duyem de 35 jinên li navçeya Til Rifet û Şêrewa ji bo piştgiriyê bidin tevlî çalakiyê bûn. Hemû dezgehên Kongreya Star ya navçeya Til Rifet û Şêrewa hatin serdana çalakvanan. Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zeyneb Xûbarî daxuyanî da. Her wiha jinên ku tevlî çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn.
Zeynep di daxuyaniyê de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha got: "Çalakvanên di greva birçîbûnê de gihiştin asteke krîtîk. Tirkiye tecrîda li hemberî Serok Apo didomîne û qedexekirina serdana parêzer û malbetan hêj didomin. Tê armanckirin ku gelê Kurd ji holê rakin. Berxwedana herî mezin niha ji hêla têkoşer Leyla Guven û Nasir Yagiz serkêşiya wê tê kirin. Gelek hevalên din gihiştine asta şahadetê. Em bang li hemû dewlet û rêxistinên ku mafê mirovan diparêzin dikin li hemberî rastiyê bêdeng nebin û tecrîda li hemberî ji holê rakin."
'Piştgiriyê didin berxwedêran'
Rêvebera Koordînasyona Kongreya Star ya Şêrewa Heyat Dewod, ji Meclîsa Malbetên Şehîdan Hêvîn Dewod, ji Kongreya Star a Til Rifetê Rîhan Ehmed di çalakiyê de axivîn û bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin ku bêdengiya dewletên din qebûl nakin û şermezar dikin. Her wiha jinên ku beşdarî greva birçîbûnê bûn ji ajansa me re nêrînên xwe parvekirin. Endama Kongra Star ya Navçeya Şêrewa Heyat Dewod wiha hestên xwe li hemberî berxwedana li dijî tecrîdê anî ziman û wiha axivî: "Em wekî Kongra Star bi çalakiya piştevaniya greva birçîbûnê rabûn û em berxwedaniya li dijî tecrîdê ya bi pêşengiya Leyla Guven pîroz dikin. Heya dawiyê piştgiriyê didin çalakvanên greva birçîbûnê."
'Berxwedan dê her tim bidome'
Zeyneb Sîdo jî diyar kir ku yekbûna jinan wê tecrîdê ji holê rake û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em bi çalakiya xwe armanc dikin ku piştgiriyê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê. Em jinên kurd in, ji dijmin natirsin."
Endama Kongreya Star ya Navçeya Til Rifet Rûweîde Hesen li ser bexwedana Leyla Guven û rêhevalên wê de wiha got: "Em heya dawiyê li ser şopa Leylayê ne. Leyla 156 roj in berxwedide. Em bawer dikin ku bi berxwedanê em ê tecrîdê bişkînin. Êdî bese ji bêdengiya dewletên navnetewî û kesên ku dibêjin em li xwedî mafên mirovan der dikevin, bila tecrîda li Îmraliyê bibînin. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin heta ku em bighêjin armanca xwe."
'Tu carî vîna gelê Kurd nayê şikandin'
Elîf Muhemed jî bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û wiha got: "Bi rihê berxwedana Leyla Guven wê tecrîda giran a li hemberî Serok Apo were şikandin, Leyla bi çalakiya ku dest pê kir îro li hemû cîhanê çalakî wê belav bûye. Em tu carî vê tecrîdê qebûl nakin, em wekî jinên Efrînê bi Leyla re ne. Dewleta Tirk tu carî vîna gelê kurd nikare bişkîne ji ber ku em şagirtên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in."
Dayîka çalakvana greva birçîbûnê Hacer ya di zîndana Tirkyeyê de berxwedaniya xwe li dijî tecrîdê dest pê kirî Xedîce Reşîd Hiso axivî û wiha got: "Serê min bi berxwedana keça min bilinde, ew canê xwe fedayî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kir. Em ê tecrîdê bişkînin û bi Serok Apo re azad bijîn."