Berhemên ji Efrîkayê hatine revandin dê bên îadekirin
- 10:02 12 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona ku ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye avakirin, biryar da ku berhemên ji Efrîkayê hatine revandin û li muzeyên Fransayê ne, îade bike.
Li gorî rapora ku ji aliyê komîsyonê ve hate amadekirin, ji sedî 90-95 ya berhemên ku mîrateya çandî ya Efrîkayê temsîl dikin li derveyî parzemînê ne. Endamên komîsyonê yên rapor amade kirin, ekonomîsta Senegalî Felwine Saat û dîroknasa Fransî Benedicte Savoy, diyar kirin ku divê were ispatkirin ku berhemên li muzeyên Fransayê bi rêyên qanûnî hatine bidestxistin, naxwe divê berhem hemû radestî welatên wan bên kirin.
Anîna berhemên Efrîkayê ji bo Fransayê di sedsala 19'an de dest pê kir. Tê payin, metna giştî ya rapora li ser berhemên ji Efrîkayê roja Înê bê weşandin. Eger Fransa berheman îade bike, tê payin ku zext li DYE û Îngilîstanê bê kirin ku heman gavê biavêje. Bi taybetî li British Museumê, gelek berhemên giranbuha yên dîroka Efrîkayê hene.