ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 12 Nîsan 2019
- Rojev
* Jina bi navê Hêvîn Birîm a ji Efrînê û niha li Şehbayê bi cih bûye hestên xwe bi xêzkirina wêneyan rave dike û dibêje:"Bi xêzkirina wêneyan hest, êş û berxwedana xwe rave dikim." DÎMEN HEYE
*Dayika çîrokvan Zerga Muhemed derbarê çîrokên xwe yên ku bi jin û zarokan re parve dike dibêje: "Bi rêya çîrokên xwe ez çanda kurdan bi zarokan didim naskirin û zindîkirin. Bi vî awayî zarokan jî perwerde û fêrî watedariya jiyanê dikim."DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Komeleya Newroz a li Lubnanê Henan Osman di derbarê berxwedana dîrokî ya çalakiya Leyla Guven û rêhevalên wê de nirxandin kir û got :"Têkoşîna li dijî tecrîdê têkbirina faşîzmê ye, çalekiya Leyla Guven serkeftina demê ye." DÎMEN HEYE
*Parêzer Ezgî Duman da zanîn ku mafê definkirinê ya di hiqûqa şer de jî heye, ji aliyê desthilatdariyan ve tê binpêkirin û ev wek feraseta Hiqûqa Cezaya Dijmin dertê pêşberî me û got: “Bi nêzîkatiya li hember cenazeyan dixwazin peyamê bidin civakê. Ev teşeyê hewldana serîtewandina civakê ye. Sîstem dixwaze bi vê hewldanê serê civakê bitewîne” DÎMEN HEYE
*Jinên her sal di meha Nîsanê de li quntarên Keleha Wanê tên cem hev, li vir pincar kom dikin û di nav xwezayê de kêfê dikin.
DÎMEN HEYE
*5 birayên hev li girtîgehê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Dayika wan Şermîn Ertunç diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza zarokên xwe be û got ku divê hikûmet tecrîdê bi dawî bike, mirinan bide sekinandin. BI DÎMEN
*Hacer Yîgît diyar kir ku kurê wê Zekî Yîgît 43 roj e di greva birçîbûnê de ye û di hevdîtina dawî ya telefonê de ji wan re gotiye: “Em nakevin, hûn jî moralê xwe baş bigirin, bi me serbilind bin. Kêm maye em bigihêjin serkeftinê.”DÎMEN HEYE
*Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan der barê biryara mazbatayê ya YSK’ê de got: “Desthilatdariya siyasî ji ber windakirinê, bi hincetên cuda encamên hilbijartinê nas nake. Ev operasyonek hilbijartinê ye, mafê hilbijartinê ji aliyê tifaqa yek kesî ve nikare bê xespkirin.”
*Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir hilbijartin bi tu awayî adîlane pêk nehatiye û wiha got: “Nelêrêtiyek bi organîze heye. Bi KHK’ê îxrackirin, li pêş hilbijartinê ne astengiye. Ev heval namzetiya wan ji aliyê YSK’ê ve hatine qebûlkirin û ji aliyê gel ve hatine erêkirin. YSK nikare bi biryara xwe re bikeve naqokiyê. Divê mazbatayên hevalên me bidin.”DÎMEN HEYE