Li Wanê xizmên girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin

  • 13:03 11 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Xizmên girtiyan li Wanê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê kirin. 
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û bi hezaran girtî dest bi greva birçibûnê kiribûn didome. Xizmên girtiyan ên Wanê ji bo piştgiriyê li avahiya navçeya Rêya Armûşê a HDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya malbatan dê 3 rojan bidome.
 
Parlamentera HDP'a Wanê Muazzez Orhan, hevserokên HDP'a Îpekyolû û Tuşbayê, Hevserokên HDP'a bajêr a Wanê Ûmît Dede û Yadîşen Karabulak, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Okkeş Kawa, endama Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Mukkades Karakoç, hevserokên Komeleya Malbatên Girtî (TUAYDER) û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê tevli çalakiyê bûn. 
 
'Divê gav bên avêtin'
 
Muazzez di destpêka çalakiyê de daxuyaniyek da û bal kişand ser rewşa greva birçîbûnê û wiha axaftina xwe dom kir: "155 roj in Leyla Guven di grevê de ye û mafê jiyanê tê îhlal kirin. Heta îro li hemberî daxwazên berxwedêran gavek nehatiye avêtin. Bi giştî li girtîgehên Tirkiyeyê 5 hezar girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Parlamenterên me Dersîm Dag di 1'ê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî di 8'ê Adarê de dest bi grevê kiribûn."
 
Muazzez diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin grevê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin û wiha got: "Em carek din bang li peywirdaran dikin û dibêjin tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Mafê jiyanê tê îhlalkirin. Li girtîgehan 7 girtî li dijî tecrîdê çalakiya fedaî pêk anîn. Lê heta îro peywirdarekê dewletê û Wezareta Dadê gavek neavêtiye. Em dibêjin bila raya giştî û hêzên demokratîk bikevin nav hewldanan."