Kampanyaya 'Bila YSK bi adalet û bê alîgir' tev bigere dest pê kir

  • 12:18 11 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser înternetê li dijî biryarên YSK’ê yên rê li ber nîqaşên mezin vekir, bi sernavê “Em YSK’ê vedixwînin bêalîbûn û edaletê” kampanya îmzeyan hat destpêkirin. 
 
Piştî hilbijartina xwecihî 31’ê Adarê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) serlêdanên îtîraza AKP’ê qebûl kirin û serlêdanên partiyên muxalefetê red kir. Biryarên YSK’ê ji bo encama hilbijartinê dide rê li ber nîqaşên mezin vedike. Li dijî biryarên YSK’ê bi sernavê “Em YSK’ê vedixwînin bêalîbûn û edaletê” li ser înternetê kampanya îmzeyan hat destpêkirin. 
 
Di daxuyaniya ji bo kampanyayê de hat dayîn ji YSK’ê hat xwestin ku ji encamên hilbijartinê re rêz bigire. 
 
Kampanya îmzeyan li ser vê navnîşanê "change.org" hat destpêkirin. Heta niha bi deh hezaran kes kampanyayê îmze kirine.