Ji bo Rabîa Biyikli ya bi destê kelepçekirî welidî cezayê hepsa malê hat dayîn

  • 10:34 11 Nîsan 2019
  • Rojane
KAYSERÎ - Rabîa Biyikli ya girtî diyar kir ku bi destên kelepçekirî welidiye û li wê û pidika wê îşkence hatiye kirin, cezaya hepsa malê hat dayîn.  
 
Rabîa Biyikli ya li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê nameyek şand Ekîba Hatiye Dîtin (Gorulmuştur). Rabîa di nameya xwe de anî ziman ku destê wê kelepçe kirine û welidiye. Rabîa got ew di 10’ê Îlona 2018’an de hêj ducanîbûna wê 5 mehî bû hatiye girtin û 10 roj di binçavan de maye û îşkence lê hatiye kirin. Rabîa diyar kir ku ew di 20’ê îlonê de hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Jinan a Xarpêtê. Hat hînbûn ku ji bo Rabîayê cezaya hepsa malê hat dayîn. 
 
Rabîa destnîşan kir ku niha pidika wê Mavî 45 rojî ye û ew û pidika xwe bi gellek binpêkirina mafan û muameleyên rûmeta mirovahiyê binpê dike re rû bir û mane. Rabîa da zanîn ku ew dixwaze her kes çîroka wê û pidika wê bizanibe û di vê mijarê de hesasiyet bê nîşandan. Rabîa anî ziman ku dema ew ducanî bû wê dibirin nexweşxaneyê bi kelepçeyê dibirin û wiha got: “Bi darê zorê min bi kelepçe kirin û neçar kirin ku ez bi kelepçeyê biwelidim. Ez du rojan bi îşkenceyê re rû bi rû mam. Hêj pidika min 38 rojî bû ji Girtîgeha Xarpêtê min sirgûnî Girtîgeha Kayseriyê kirin."