Li Xelfetiyê berxwedan di roja 2'yemîn de ye
- 12:32 5 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Berxwedana ku welatiyan li ber Şaredariya Xelfetiyê li dijî tayînkirina qeyûman dabû destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de didome.
Duh danê sibê piştî qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin kirin, li gelek bajaran welatiyan dest bi berxwedanê kirin. Li Xelfetî ku yek ji navendên ku berxwedan lê didome, avahiya şaredariyê bi bariyerên polîsan hatiye dorpêçkirin.
Girseya ku berxwedana xwe li ber avahiya şaredariyê didomîne. Di nav berxwedêran de li gel parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu, Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, Zulkuf Uçar, Mîthat Sancar, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, Hevşaredarên Pirsûsê Ayten Kaya û Mûslûm Baran, Hevşaredarên Hewagê Aykûl Kapîkalî û Îsmaîl Yildiz û Dayikên Aştiyê cih girtin.
Di dema berxwedanê de girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kurdistan goristan e ji bo faşîzmê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî Berxedana Xelfetî" bertekên xwe nîşan da.