Meşa mezin a ji 3 baskan a ber bi şaredariya Êlihê ve
- 12:14 5 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê, li dijî tayînkirina qeyûman ji aliyê sê komên bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partî, li Êlihê bi dirûşmeyan meş tê lidarxistin.
Girseya ku di nav de Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parrtî) û Hevşaredara Êlîhê Gulistan Sonuk jî di nav de, li dijî tayinkirina qeyûman ji sê baskên cuda girse li Parka Habip Başkan, Eywana Dawetê ya Galayê û li ber Parka Salih Ozdemir kom bûn.
Girseya gel ji van noqteyan heta ber şaredariyê bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan dimeşin.
Agahiyên berfireh tên…