Meclisa TAJÊ Çarşema Nîsanê pîroz kir
- 16:37 10 Nîsan 2019
- Rojane
ŞENGAL - Endamen Meclîsa TAJÊ bi boneya hatina Çarşema Nîsane çû ser gorên kesên di berdxwedana tevgera azadiyê de jiyana xwe ji det dan û find vexistin.
Di êvara Çarşema Nîsanê de endamên Meclîsa Tevgera Jinên Êzîdxanê(TAJÊ) çûn ser gorên kesên di berxwedana azadiyê de jiyana xwe ji dest dan û find pêxistin. Wekî çanda vê cejnê hêk hatin renkirin, fitîl hatin amadekirin. Bi avabûna rojê re find hatin vêxistin û gul danîn ser gorên pakrewanan.
Endama Meclîsa TAJÊ Berfê Elyas derbare hatina Çarşema Nîsanê wiha axivî: "Ez di serî de Çarşema Nîsanê li pakrewanên azadiyê, malbatên wan, li Rêber Apo, bi Taybet Leyla Gûven û li şervanên QSD'ê pîroz dikim ku dawî li çeteyan anîn. Ev cejneke mirovahiyê ye û xweşiyê dixwaze.”
Endama Meclîsa TAJÊ Kinê Xidir jî ji bo cejna Çarşema Nîsanê kefxweşiya xwe wuha anî ziman: “Çarşema Nîsanê cejna serê salê ye û cejna Melekê Tawis e. Em cejna Çarşema Nîsanê li Êzîdxanê, dayikên Şehîdan, şervanên YBŞ,YJŞ, gerîllanyên azaD û li QSD pîroz dikin. Îro em bi minasebeta Cejna Çarşema Nîsanê hatin goristanê, têkoşerên azdiyê bi bîr tînin û em bejna xwe li ber wan ditewînin.”