Meclisa TAJÊ Çarşema Nîsanê pîroz kir 2019-04-10 16:37:36   ŞENGAL - Endamen Meclîsa TAJÊ bi boneya hatina Çarşema Nîsane çû ser gorên kesên di berdxwedana tevgera azadiyê de jiyana xwe ji det dan û find vexistin.   Di êvara Çarşema Nîsanê  de endamên Meclîsa  Tevgera Jinên Êzîdxanê(TAJÊ)  çûn ser gorên kesên di berxwedana azadiyê de jiyana xwe ji dest dan û find pêxistin. Wekî çanda vê cejnê hêk hatin renkirin, fitîl hatin amadekirin.  Bi avabûna rojê re find hatin vêxistin û gul danîn ser gorên pakrewanan.   Endama Meclîsa TAJÊ Berfê Elyas derbare hatina Çarşema Nîsanê wiha axivî: "Ez di serî de Çarşema Nîsanê li pakrewanên azadiyê, malbatên  wan, li  Rêber Apo, bi  Taybet Leyla Gûven û li şervanên QSD'ê  pîroz dikim ku dawî li çeteyan anîn. Ev cejneke mirovahiyê ye û xweşiyê dixwaze.”   Endama Meclîsa TAJÊ Kinê Xidir jî ji bo cejna Çarşema Nîsanê kefxweşiya xwe wuha anî ziman: “Çarşema Nîsanê cejna serê salê ye û cejna Melekê Tawis e. Em cejna Çarşema Nîsanê li  Êzîdxanê, dayikên Şehîdan, şervanên  YBŞ,YJŞ, gerîllanyên azaD û li QSD pîroz dikin. Îro em bi minasebeta Cejna Çarşema Nîsanê hatin goristanê, têkoşerên azdiyê bi bîr tînin  û em bejna xwe li  ber wan ditewînin.”