Ji bo grevên birçîbûnê li dîwaran nivîs nivîsandin
- 12:56 10 Nîsan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Însiyatîfa Ciwanan a Mêrdînê li gelek kolanan Mêrdînê li ser dîwaran ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ku di pêşengiya Leyla Guvende hat destpêkirin dirûşmên grevê û rewşa girtiyan vedibêje nivîsandin.
Greva birçîbûnê ku di pêşegiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin diroja 154'an de berdewam dike, li girtîgehan û li derve jî bi heman armancê greva ku hat destpêkirin didome. Însiyatîfa Ciwanan a Mêrdînê jî li gelek kolanan Mêrdînê li ser dîwaran ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûn dirûşmên grevê û rewşa girtiyan vedibêje nivîsandin.
Divê çarçoveyê de li ser dîwarên gelek taxan dirûşmên, "Zulkuf Gezen", "Leyla Guven" û "Zindan" derketin pêş