Ji bo grevên birçîbûnê li dîwaran nivîs nivîsandin 2019-04-10 12:56:20   MÊRDÎN - Însiyatîfa Ciwanan a Mêrdînê li gelek kolanan Mêrdînê li ser dîwaran ji bo balê bikişîne ser  greva birçîbûnê ku di pêşengiya  Leyla Guvende hat destpêkirin dirûşmên grevê û rewşa girtiyan vedibêje nivîsandin.     Greva birçîbûnê ku di pêşegiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin diroja 154'an de berdewam dike, li girtîgehan û li derve jî bi heman armancê greva ku hat destpêkirin didome.  Însiyatîfa Ciwanan a Mêrdînê jî li gelek kolanan Mêrdînê li ser dîwaran ji bo balê bikişîne ser  greva birçîbûn dirûşmên grevê û rewşa girtiyan vedibêje nivîsandin.    Divê çarçoveyê de li ser dîwarên gelek taxan dirûşmên, "Zulkuf Gezen", "Leyla Guven" û "Zindan" derketin pêş