Jinan Cejna Çarşema Nîsanê li hemû Êzidiyan pîroz kir
- 10:14 10 Nîsan 2019
- Rojane
Almas Nayif - Viyan Said
ŞENGAL- Jinên Êzidî bal kişand ser pîrozbahiyên Cejna Çarşema Nîsanê û wiha gotin: " Em cejna Rêberê Apo pîroz dikin. Êdî em zilm û zorê qebûl nakin. Heta ku Reberê me azad nebe jinên Êzidî ji rizgar nabin."
Jinên Êzidî Cejna Çarşema Nîsanê pîroz kirin. Ji bo civaka Êzidiyan ev cejneke pîroz e û her sal vê cejnê bi awayekî kefxweş pîroz dikin. Meyan Nasîr û Şirîn Îdo di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya Cejna Çarşema Nîsanê ya di nav civaka Êzidiyan de. Jinan Cejna Çarşema Nîsanê li hemû Êzidiyan pîroz kir.
'Em dev ji çanda xwe bernadin'
Meyan Nasir di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya cejnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez vê Cejna Çarşema Nîsanê li hemû Êzidiyan pîroz dikim. Em cejna şervanên azadiyê, YBŞ û YJŞ'ê pîroz dikin. Ev cejin, cejna bav û kalên me ye. Ev cejin li cem Êzîdiyan pir pîroz e. Em her sal vê cejnê pîroz dikin û ji bo me tişteki gelekî pîroz û mûqades e. Ji bo me kulîlka nîsanê gelekî pîroz e. Bav û kalên me her sal ev cejin pîroz dikirin. Hêk bi rengên kesk, sor û zer dihatin boyaxkirin. Em boyax dikin ji ber ku em hêvî dikin ku rengê dinê û kulîlkan bi rengîntir bin. Em tu carî dev ji çanda xwe yê pîroz bernadin."
Meyan hêvî dike ku her sal cejna xwe di nava aramiyê de pîroz bike û wiha got: "Ez cejna hemû malbetên şehîdan pîroz dikim. Ez cejna Rêber Apo pîroz dikim û hêvîdar im ku di demek kurt de azad bibe û em bi hev re Cejna Çarşema Nîsanê pîroz bikin. Ez hêvî dikim ku ji bo civaka Êzidiyan cejneke bi xweşî derbas bibe."
'Em zordariyê qebûl nakin'
Şirîn Îdo bi minasebeta Cejna Çarşema Nîsanê hest û nêrînên xwe wiha anî ziman: "Ez cejna Çarşema Nîsanê li hemû civaka Êzidîyan pîroz dikim. Di serî de ne erd hebû ne ezman hebû, Melekê Tawis di dara helheli de bû, nîv avê bû. Melekê Tawis hat li ser danî û havin berda ardê û ard meyî ard cemidî, ard û asman çêbû. Melekê Tawis gûl û giya berda ser vê dinê û bû bûhişta Melekê Tawis."
Şîrîn di berdevamiya axaftina xwe de qala kevneşopiyên cejnê kir û wiha got: “Em di cejnê de hêkan sor dikin. Zarok bi vê cejnê mal bi mal digerin. Em li mala xwe xwarinê çêdikin. Ez cejna Serokatiya xwe pîroz dikim û her wiha rojbûna wî jî pîroz dikim. Ez bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînim. Êdî bes e, em zilim û zordariyê qebûl nakin. Heta ku Rêberê me azad nebe em jinên Êzidî jî rizgar nabin. Ev 20 sal in Serokê me di zindanê ye, em bêdengiya li hemberî tecrîdê qebûl nakin. Em dixwazin bi Serokê xwe re cejna xwe pîroz bikin."