ÎHD'ê rapora binpêkirina li 4 girtîgehan aşkere kir
- 16:42 9 Nîsan 2019
- Rojane
EDENE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, rewşa 60 girtiyên li 4 girtîgehên li herêma Çukurova kir rapor û bi raya giştî re parve kirin. Komîsyonê xwest ku bêyî zêdetir kes jiyana xwe ji dest bidin daxwaza girtiyan pêk bînin.
Komisyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, piştî li Girtîgeha Tipa F a Kurkçuler a Edene, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê, Girtîgeha Tipa T-1-2 ya Osmaniye bi girtiyan re hevdîtin kir rapor amade kir. Komîsyona ÎHD'ê li avahiya şaxa ÎHD'ê ya Edeneye rapor bi civîna çapemeniyê parve kir. Di civînê de Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek, Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya bi KHK'ê hat girtin Prz. Ali Akinci, Nûnerê ÎHD'ê yê herêma Çukurova Prz. Yasemin Dora Şeker, Nûnerên komeleya TUAYDER a Çukurova, Nûnerên HDK, parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan amade bûn.
'Çalakger mafdar in'
Endamê ÇHD'ê Prz. Alî Akinci, diyar ku bi qasî tê xwestin greva birçîbûnê nabe rojev û wiha got: "Ji niha û şûnde ÇHD wê bêtir li ser çalakiyên greva birçîbûnê raweste. Ji bo grev bên dîtin wê bêtir bixebite. Kengî daxwazên girtiyan qebûl kirin dikarin pêşî li mirinê bigirin." Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek jî diyar kir ku daxwazên çalakgerên di grevê de mafdar, rewa û mirovî ne.
Nûnera Herêma Çukurova ya ÎHD'ê prz. Yasemin Dora Şeker, jî anî ziman ku komeleya wan jiyana mirovan kiriye navenda armanca komeleyê û wiha got: "Ji bo ev çalakî bi dawî bibin divê daxwazên wan pêk bên. Daxwazên wan li gorî hiqûq û mirovahiyê ye. Em naxwazin mirov dawî li jiyana xwe bînin."
'Ji 4 girtîgehan 60 girtî di greva birçîbûne de ne'
Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Zelal Demîray jî wiha got: "Wekî Baroya Edene, ÇHD û ÎHD'ê, me li Girtîgeha Tipa F a Kurkçuler a Edene, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê, Girtîgeha Tipa T-1-2 ya Osmaniye, bi girtiyên di greva birçîbûnê re hevdîtin kir. Me bi 24 girtiyan re hevdîtin kir. Me piştî hevditinê binpêkirina mafan kir rapor."
Zelal, anî ziman ku li 4 girtîgehan 60 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Zelal çavdêrî û binpêkirinên mafan ên tespît kirine wiha parve kir:
“* Girtiyên ketine grevê piştî çalakiya greve rastî lêpirsîna dîsîplînê hatine. Rastî hin cezayên dîsîplînê hatine. Girtiyên ku neketine grevê û piştgirî dane çalakiyê jî rastî heman cezayî hatine.
* Bi taybetî li Girtîgeha Osmaniye girtiyên ketine grevê piştî çalakiyê bi sedema ku ketine grevê mafê wan ê telefonê bi malbatê re qut kiriune. Bi hinceta propaganda dikin rastî cezayê hucreyê û disiplinê hatgine. Ceza bêyî parastinê xistine meriyetê.
* Girtî piştî ketine grevê li şûna her roj hekîm biçe kontrola wan û tenduristiya wan kontrol bike, kontrola kilo û tansiyonê ji aliyê hemşire û gardiyanan ve hatiye kirin.
* Girtiyên ketine grevê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve rastî gef û zextan hatine ku dest ji çalakiyê berdin.
* Girtiyên ketine grevê piştî ketine grevê pêdiviyên wan ên av, şekir, xwê, karbonat û vîtamîna B bi rêk û pêk nadin wan. Li hin girtîgehan ava team nadin wan.
* Girtiyên di meha çile de ketine grevê gelek kîlo winda kirine û sergêşî, serêş, pirsgirêka xew, tansiyon pêş ketye, ronî û dengê zêde wan bêzar dike.
* Rêveberiya girtîgehê mehê 4-5 caran li odeyên wan lêgerînê dike. Bi taybetî li girtîgeha Osmaniye di lêgerînê de gorên wan jî ji piyên wan derdixe. Di asta wan tacîz bike sînga wan dijdîne. Zorê li wan dike ku li ser piyan jimarê bidin.
* Li hemû girtîgehan zorê li girtiyan dikin ku li ser piyan jimarê bidin. Girtiyên li dijî vê yekê derdikevin ji aliyê gardiyanan ve bi zorê wan radikin ser piyan.
* Mafê wan ê çapemeniyê, tv rojname ku karibe agahiyan bistînin hatiye bi sînorkirin. Mafê wan ê pirtûk, kovar, rojnameyan bi sînor dikin. Nikarin xwe bigînin rojnameya Yenî Yaşamê. Rojnameya Yenî Yaşam bi hinceta nûçeyên der barê Leyla GUVEN û greva birçîbûnê heye nadin girtiyan.
* Bi taybeti li Girtîgeha Osmaniye girtî piştî ketin grevê nameyan nadin girtiyan. Ji ber nivisê di nameyan de girtî rastî cezayê disiplinê tên. Name û kartên bi kurdî dinivîsin jî bi hinceta bi "Zimanê nayê zanîn" nivîsey tercûman dixwazin û heqê tercuman ji girtiyan dixwazin. Ji ber vê yekê jî nameyên kurdî desteser dikin.
* Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtiyên ji sûcên cuda tên tawanbarkirin di heman blokê de tên girtin. Girtiyên ji doza FETO-DAÎŞ-PKK li heman salonê derdixin hevditina vekirî û girtî.
* Bi taybetî li Girtîgeha Osmaniye girtiyên ji doza Nisêbînê tên darizandin, rastî binpêkirina taybet tên. Yên birîndar jî nayên dermankirin. Girtî Melis Teksan 7 mehin bêyî hincetan nîşan bidin di yek hucreyê de tê girtin.
* Girtiyên li dijî binpêkirina mafan û li dijî bê hiqûqiyê dengê xwe bilind dikin rastî cezayê dîsîplînê tên. Li Girtîgehan rewşa girtiyên di grevê de hatiya asta krîtîk. Mafê jiyanê mafê herî bingehîn e û divê bê parastin. Ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibe û girtî dawî li vê çalakiyê bînin divê bi lez daxwazên girtiyan qebûl bikin."
'Girtiyan re hevdîtin pêk anîn'
Komîsyonê di lêkolînê de li Girtîgeha Kurkçuler a Edene bi girtî Ali Okutan,Kemal Özelmali, Mazhar Guler, Înan Akin, Serhat Ussun, Ahmet Aksu re hevdîtin pêk anîn. Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê de bi Burhan Çelîk, Şahin Tan, Zafer Bahadir, Mazlum Erdem, Omer Toluk, Mehmet Emin Ado, Mehmet Taç re hevdîtin pêk anîn. Li Girtîgeha Tîpa T 1-2 ya Osmaniyê bi Şakir Çayin, Sadiye Suer Baran, Mehmet Kiliç, Zenar Demîr, Mehmet Îpek, Mehmet Emin Dal, Hasan Muhammet Îbiş, Îbrahim Sutçu, Mikail Pelît, Kamuran Babrak û Abdulkadir Baybars re hevdîtin kirin.