Malbatên girtiyan hatin binçavkirin

  • 16:05 9 Nîsan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê dest bi çalakiya nobetê kirin, polîs mudaxele kir gelek kes hat binçavkirin. 
 
Girtiyên siyasî li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin girtiyan li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê dest bi nobetê kirin. Malbatan piştî hevdîtina vekirî ya bi zarokên xwe pêk anîn, dest bi nobetê kirin. Polîsan derdora malbatan dorpêç kir û piştre  malbatên girtiyan hatin binçavkirin. 
 
Malbatên girtiyan diyar kirin ku heta greva birçîbûnê bi dawî bibe dê li vir nobetê bigirin û wiha gotin: "Em naxwazin mirina zarokên xwe temaşe bikin. Divê peywirdarên dewletê dawî li bêdengiya xwe bînin."