HDP, HDK, DBP û KCD li Amedê kom bûn
- 13:25 9 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Hevserok û berdevkên HDP’ê, HDK’ê , DBP’ê, KCD û siyasetmedarên Kurd, ji bo nirxandina encamên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê, li Amedê kom bûn.
Endamên Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclîsa Partiyê (MP) û parlementerên HDP’ê li Amedê kom bûn.
Civîn li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya HDP’ê ya Amedê ji çapemiyê re girtî dest pê kir. Di rojeva civînê de encamên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûn ê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê dest pê kirin hene.