Hat îdiakirin ku li Rihayê jinekê hewl daye xwe bikuje

  • 10:02 9 Nîsan 2019
  • Rojane
RIHA - Hat îdiakirin ku li Rihayê jinekê hewl daye xwe bikuje. Di encama vê yekê de bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê. 
 
Li Kuçeya Devteştî ya Navçeya Haliliye ya Rihayê hat îdiakirin ku jina bi navê Hasret (20) xwe ji avahiya ku lê rûdinê avêtiye û hewl daye ku dawî li jiyana xwe bîne. Hat gotin ku Hasretê bi mêrê ku bi wê re zewicî pirsgirêkan dijî û loma xwe ji avahiyê avêtiye. Hesreta ku xwe ji avahiyê avêt û li ser wesayetek parkirî ket bi giranî birîndar bû. 
 
Hat diyarkirin ku Hesreta rakirine nexweşxaneyê tedawî dibe.