Hat îdiakirin ku li Rihayê jinekê hewl daye xwe bikuje 2019-04-09 10:02:40   RIHA - Hat îdiakirin ku li Rihayê jinekê hewl daye xwe bikuje. Di encama vê yekê de bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.    Li Kuçeya Devteştî ya Navçeya Haliliye ya Rihayê hat îdiakirin ku jina bi navê Hasret (20) xwe ji avahiya ku lê rûdinê avêtiye û hewl daye ku dawî li jiyana xwe bîne. Hat gotin ku Hasretê bi mêrê ku bi wê re zewicî pirsgirêkan dijî û loma xwe ji avahiyê avêtiye. Hesreta ku xwe ji avahiyê avêt û li ser wesayetek parkirî ket bi giranî birîndar bû.    Hat diyarkirin ku Hesreta rakirine nexweşxaneyê tedawî dibe.