Xizmên girtiyan: Divê em bibin yek

  • 09:05 9 Nîsan 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevala zarokatiyê yê girtiyê bi navê Muharrem Guneş ê li dijî tecrîdê 40 roj e di grevê de ye, Demet Onat diyar kir ku hevalên li girtîgehê ji bo gel berxwe didin û got divê di pêvajoyê de hemû kes bibin yek.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 153’emîn de didome. Çalakiya koma ewil a li girtîgehan dest pê kir jî di roja 115’an de ye û ji 1’ê Adarê şûnde bi hezaran girtî tevlî grevê bûn. Muharrem Guneş jî li Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê ji 1’ê Adarê de greva xwe didomîne.
 
Muharrem Guneş di 2010’an de li Bismil a Amedê hat binçavkirin û di çarçoveya doza lê hat vekirin de 13 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û 9 sal e di girtîgehê de ye.
 
Xwişka Muharrem Guneş, Asli Guneş got ew 10 salî bûye birayê wê hatiye girtin û got: “Birayê min rûken bû. Min ew zêde nas nekir. Çawa dihat malê ez hembêz dikirim. Ji stranên Diyar hez dikir. Stran digot, saz lê dida. Em bi nameyen bi hev re diaxivîn. Ez pir bêriya wî dikim. Dibêje pirtûkan bixwîne, xwe pêş bixîne. Ket grevê ez xemgîn bûm.”
 
‘Ji her tiştî re çare didît’
 
Hevala wî Demet Onak jî got ew her tim ji hev re nameyan dişînin û got: “Muharrem ji girtîgehê moral dide me. Em hevalên hev ên zarokatiyê bûn. Me bihîst ku ketiye grevê. Lê me ev jê dipa. Girêdayî welatê xwe ye. Fedakar e. Bi nameyên xwe hewl dide me pêş bixe. Gelek ji Kurdî hez dike. Dixwaze em xwedî li îradeya xwe derkevin. Dibêje divê jin bixwînin, ji gel re pêşengiyê bikin. Em jî xwedî li çalakiyên grevê derdikevin. Divê em hemû bibin yek. Divê em piştgiriyê bidin girtiyan.”
 
Bavê wî Giyasettîn Guneş jî destnîşan kir ku Muharrem ji zarokatiyê xwe xwedî hişmendî ye bû û bi awayekî fedakar di xebatên partiyê de cih girtiye û got: “Piştî dibistana seretayî nexwest bixwîne. Got sazekê bikire. Dest bi xebatên çandî kir. Ji ber stranek got doz lê hat vekirin. Ji dozê berat kir lê piştre dîsa hat girtin. Em di telefonê de hîn bûn ku ew ketiye greva birçîbûnê. Em jî xwedî li daxwazên zarokên xwe derdikevin. Heta serkeftinê em ê têbikoşin. Muharrem di telefonê de got heta daxwazên wan neyên cih wê têbikoşin.”